Komîteya Erka Xweparastinê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest

Komîteya Erka Xwaparastinê ya bajarê Minbicê û gundên wê, ji malbatên şervanan re ku di êrîşa şevê din de şehîd bûn, sersaxî xwest.

Komîteya Erka Xweparastinê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest
26 adar, 2019   11:25
MINBIC

Komîteya Erka Xwaparastinê îro daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest ku di êrîşa terorî ya şevê din a li bajarê Minbicê de şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin:

"Em wek Hêzên Erka Xweparastinpê yên bajarê Minbicê û gundên wê, sersaxiyê ji şervanên xwe û malbatên şehîdên re dixwazin ku şeva berê di êrîşa terorî de şehîd bûn. Wan şehîdên ku bi erka xwe ya parastina bajar û gel radibûn, koma terorîst ku bi ragihandina serkeftina ser terorê tehemûl nekir, şevê din saet di 12:00`an de bendeke kontrolê ya Hêzên Erka Xweparastinê li Çerxerêya Şerîya ya hundirê bajarê Minbicê, kir hedefa xwe. 

Em wek Hêzên Erka Xweparastinê soz didin şehîdên xwe ku em ê li ser rêya wan bimeşin û xeyalên wan pêk bînin."

(jo)

ANHA