Li Til Hemîsê ji ber barana dijwar ziyan gihaşt mal û sewalan

Di van rojên dawîn de li herêma Cizîrê ji ber lehiyê, jiyana bi sedan ji şêniyên navçeya Til Hemîsê kete nav metirsiyekê, bi dehan ji malên şêniyan hilweşiyan, her wiha bû sedema mirina sewalên wan.

Li Til Hemîsê ji ber barana dijwar ziyan gihaşt mal û sewalan
Li Til Hemîsê ji ber barana dijwar ziyan gihaşt mal û sewalan
Li Til Hemîsê ji ber barana dijwar ziyan gihaşt mal û sewalan
Li Til Hemîsê ji ber barana dijwar ziyan gihaşt mal û sewalan
Li Til Hemîsê ji ber barana dijwar ziyan gihaşt mal û sewalan
Li Til Hemîsê ji ber barana dijwar ziyan gihaşt mal û sewalan
Li Til Hemîsê ji ber barana dijwar ziyan gihaşt mal û sewalan
Li Til Hemîsê ji ber barana dijwar ziyan gihaşt mal û sewalan
26 adar, 2019   11:18

QAMIŞLO

Duh baraneke dijwar li herêma Cizîrê bariya, ji ber vê yekê lehî  li tevahiya herêmên başûrê herêma Cizîrê rabû, bi dehan ji malên şêniyan hilweşiyan û bi sedan şênî ji tirsa ku lehî li newala El-Cerha ya navçeya Tirbesipiyê rabe, ji malên xwe derketin.  

Ji ber vê yekê şêniyên navçeya Tirbespiyê û başûrê Til Hemîsê şeveke nerehet derbas kir.  Duh bi şev di nava metirsiyekê de bûn, di vê derbarê de hinek ji şêniyan metirsiya ji baranê û bilindbûna pêlên lehiyê anîn ziman û bang li aliyên peywendîdar kir ku alîkariya şêniyên ku rastî lehiyê hatine, bi taybet Newala El-Cerha bikin. 

Şaredariya Gel li navçe û şaredariyên girêdayî wê bê navber kar dike û hewl dide metirsiya rabûna  lehiya li bendavên Çilaxa û Newala  El-Cerha bi taybet gundên Akaşa, Sivana, El-Hesewiyê, Wawiyê, El-Cîsî, El-Henwa, El-Zerqa, El-Qadisiyê, Xiwêtilê, Farisok, Xirbet Amir, Belqîs, El-Ferhaniyê, El-Milêhiyê û El-Hemdo  kêm bike.

Di heman demê de, pirên rêya di navbera Rêya Petrolê de, wekî pira El-Hemdo, pira El-Kelî, pira Wawiyê ya li navçeya Til Hemîsê rastî ziyanan hatine.

Ji dîmen û wêneyên ku nûçegihanên me ji navçeya Til Hemîsê kişandine, diyar dibe ka çi qas barana dijwar ziyan gihandiye malan û bûye sedema girtina rêyan û çêbûna golên avê.

(ekîb)

ANHA