Sibê Diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn dest pê dike

Nûjin Yûsif da zanîn ku dê sibê anku roja çarşemê Diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn li bajarê Kobanê were lidarxistin da ku bigıhijin nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyê.

Sibê Diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn dest pê dike
26 adar, 2019   12:00
GIRÊ SPÎ

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn sibê li Eywana Newroz a bajarê Kobanê bi dirûşma “Ji hevpeymana civakî ya Sûriyê ber bi serdema nû ya demokratîk ve” li dar dixe. Diyalog dê rojên 27-28`ê Adarê pêk bê.

Ji hundirê Sûriyê dê kesayetên siyasî, serbixwe, çalakvanên mafên mirovan, siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan, nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha nûnerên ji hêzên muxalefetê yên hundirê Sûriyê wekî Partiya Îradeya Gel, Komeleya Celadet Bedirxan, Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê, Kutle Wetenî ya Demokratîk, Şepêla Mecd a Sûriyê, Şepêla Niştîmanî ya Demokratîk ji bo Ilmaniyê, Partiya Demokratîk a Civakî, Komîteya Xebata Niştimanî, Şepêla Guhartinên Aştiyane, êlên Ereban, Koalîsyona Niştîmanî ya Demokratîk, Partiya Ciwanan, Partiya Sûriyê ya Neteweyî ya Civakî û gelek rêxistin û partiyên din tev li diyalogê bibin.

Ji derveyî Sûriyê jî dê nûnerên ji Şepêla Çepgir a Şoreşger, Partiya Destûrê ya Sûriyê, Navenda Esbar a Lêkolînên Stratejîk, Şepêla Sûriyê ya Sererastkirinê, Şepêla Niştimanî ya Azad û serokê berê yê Itilîfa Wetenî ya Hêzên Şoreşê û Muxalefetê Besam El-Melk beşdarî diyalogê bibin.

Têkildarî mijarê cîgira hevserokên Desteya Rêveber a MSD`ê Nûjin Yûsif ji ajansa me re axivî û da zanîn ku Diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn dê sibê li bajarê Kobanê were lidarxistin, ev diyalog di demek de ku çeteyên DAIŞ`ê têk çûn û li Baxozê bi dawî bûn, dê xwedî girîngiyeke dîrokî ya mezin be.

Di diyalogê de dê destûr û rêgezên destûra Sûriyê ya esas û nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê taybet piştî têkbirina DAIŞ`ê di 23`yê Adarê de, werin nîqaşkirin.

Têkildarî girîngiya lidarxistina vê diyalogê di vê demê de Nûjin Yûsif got: “Ev diyalog piştî têkbirina DAIŞ`ê li ser erdnîgariyê girîng e da ku em çareseriyên ji bo aloziya Sûriyê nîqaş bikin. Ev yek jî hêviyeke mezin ji aliyê beşdariya diyalogê ve çêdike.”

18`ê Tîrmeha 2018`an, MSD`ê Diyaloga Sûrî-Sûrî ya yekemîn li dar xist û 2 rojan dewam kir. 28`ê Mijdara 2018`an jî, MSD`ê Diyaloga Sûrî-Sûrî ya duyemîn li dar xist û wê jî 2 rojan dewam kir.

(kc)

ANHA