Li Japonyayê pêşangeha wêneyên komkujiyên dewleta Tirk

Çalakvanên civaka sivîl li Japonyayê pêşangeheke wêne û tabloyên şêwekariyê li paytext Tokyoyê vekir. Di tabloyan de komkujiyên ku dewleta Tirk pêk anîne, diyar dibin.

26 adar, 2019   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo diyarkirina hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyê û komkujiyên ku der heqê bajarên Kurdan ên Bakurê Kurdistanê de pêk anîne, roja duşemê çalakvanên civaka sivîl li paytexta Japonyayê Tokyoyê pêşangeha wêneyan û tabloyên şêwekariyê vekir. Tê payîn ku pêşangeh heta 29`ê Adarê dewam bike.

Di pêşangehê de tabloyên rojnamevan û wênesaza Kurd Zehra Dogan û fotografên Refîk Tekîn hatin pêşandan.

Hêjayî gotinê ye ku rojnamevana Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve li Mêrdînê di 23`yê Tîrmeha 2016`an de, ji ber tabloyên xwe yên hunerî ku tê de hovîtiya artêşa Tirk li Nisêbînê diyar kiribû, hate  girtin û cezayê 2 sal û 9 meh û 22 roj lê hat birîn û sala 2017`an di 9`ê Çileyê de hate berdan.

Di pêşangehê de cil û bergên kurdî û ferhenga japonî- kurdî jî tê pêşandan.

(ekîb)