Êzidiyên Efrînê: Bi perwerdeyê em ê bersiva kiryarên dagirkeriya Tirkiyê bidin

Yekitiya Jinên Êzidî ya kantona Efrînê yekemîn dewreya perwerdeya bîrdozî bi dawî kir. Jinan tekez kir ku bi perwerdeyê dê bersiva kiryarên dagirkeriya Tirkiyê bidin.

Êzidiyên Efrînê: Bi perwerdeyê em ê bersiva kiryarên dagirkeriya Tirkiyê bidin
Êzidiyên Efrînê: Bi perwerdeyê em ê bersiva kiryarên dagirkeriya Tirkiyê bidin
Êzidiyên Efrînê: Bi perwerdeyê em ê bersiva kiryarên dagirkeriya Tirkiyê bidin
Êzidiyên Efrînê: Bi perwerdeyê em ê bersiva kiryarên dagirkeriya Tirkiyê bidin
Êzidiyên Efrînê: Bi perwerdeyê em ê bersiva kiryarên dagirkeriya Tirkiyê bidin
Êzidiyên Efrînê: Bi perwerdeyê em ê bersiva kiryarên dagirkeriya Tirkiyê bidin
Êzidiyên Efrînê: Bi perwerdeyê em ê bersiva kiryarên dagirkeriya Tirkiyê bidin
Êzidiyên Efrînê: Bi perwerdeyê em ê bersiva kiryarên dagirkeriya Tirkiyê bidin
26 adar, 2019   11:02

FÎDAN EBDILLAH - ŞEHBA

Gelê êzidî di dîrokê de ji aliyê dijminên gelê Kurd û di serî de dewleta Osmanî û neviyên wan anku artêşa Tirk a dagirker ve rastî 74 fermanan hat.

Ji bo bersivdayîna binpêkirin û destdirêjiyên li ser jinên êzidî, Yekitiya Jinên Êzidî ya Kantona Efrînê di 10`ê Adarê de yekemîn dewreya perwerdeya bîrdozî ji jinên êzidî re bi navê  Dewreya Şehîd Newroz Zerdeşt bi beşdarbûna 16 jinan vekir.

Beşdaran di perwerdeyê de wane li ser girîngiya perwerdeyê, exlaq û siyaset, rexne û rexnedayîn, rêbaz, komîn û meclis, qanûna jinan, zayendperestî û gelek waneyên din standin û 10 rojan dewam kir.

Fûla Ebdo yek ji endamên dewreyê wiha got: "Mijar û agahiyên perwerdeyê hemû pir girîng bûn, jinan tê de li ser dîrok û rola jinan a sereke gelek agahî wergirtin.”

Fûla wiha pê de çû: "Em nahêlin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li pêşiya rêxistina me bisekinin, em tekez dikin ku em wek jinên êzidî di çanda xwe de dewam in û em ê li pêşiya komployan bisekinin."

Her wiha ciwana bi nava Emîne Bakîr jî axivî û wiha got: "Tiştê ku li Efrînê rû dide, ji guhertina demografîk û helandina çandan, her wiha kiryarên çeteyên DAIŞ`ê li ser jinên me ji Şengalê dewama rêzekomkujiyan e. Ji bo ku em li pêşiya kiryaran bisekinin, divê em xwe perwerde bikin."

Her wiha keça ciwan a bi navê Mêdiya Çawîş jî wiha got: "Pir girîng e piştî ku me perwerde bir, divê em tiştê ku me stand, belav bikin."

Li ser beşdarbûna jinan di nîqaşan û atmosfera perwerdeyê de, endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî Sûad Hiso tekez kir ku perwerdeya bîrdozî, piştî lidarxistina konferansê biryara vekirina vê dewreyê hate standin, ev yek jî gaveke girîng e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Newroz Zerdeşt dema ku beşdarî berxwedana Kobanê bû, di êrîşa çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bû.

(jo)

ANHA