Jeffrey: Dê şerê li dijî DAIŞ’ê bidome

Ajansa Reutersê li ser zimanê nûnerê DYA’yê yê li Sûriyê James Jeffrey ragihand ku şerê li dijî DAIŞ’ê yê ku Koalîsyona Navdewletî dimeşîne, tevî ku serweriya wê li ser erdê têk çûye jî, hê jî bi dawî nebûye.

Jeffrey: Dê şerê li dijî DAIŞ’ê bidome
26 adar, 2019   10:53

NAVENDA NÛÇEYAN

James Jeffrey ji Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re diyar kir ku DYA cihê serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî nizane.

James Jeffrey got binketina DAIŞ’ê di berîka xwe ya dawîn de li Sûriyê di hefteya borî  de "rojeke hêja" ye. Her wiha îşaret pê kir ku şerê li dijî DAIŞ’ê didome û hêzên DYA’yê dê li Sûriyê bi hejmareke ku tê xwestin, bimînin da ku bibin alîkar.

Jeffrey ji rojnamevanan re da zanîn ku ev dawiya şerê li dijî DAIŞ’ê ye. Lê şer dê bi rêyên dîtir û cihêreng bidome.

Jeffrey diyar kir ku girîngiya koalîsyonê li ser têkbirina dawî ya DAIŞ’ê bû. Li rexê jî fişar li hikumetan dikir ku çeteyên biyanî yên ku di dirêjahiya şer de hatine dîlgirtin, wergirin.

Li aliyekî din jî Jeffrey tekez kir ku yên ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dîl girtine, ji Sûriyê û Iraqê ne.

Her wiha ji bo raporên ku hatine weşandin dê DYA’yê dadgeheke navdewletî ya darizandina dîlgirtiyan ava bike, Jeffrey derewand û got: "Di vê demê li ser wê lêkolîn nakin."

Beriya êrîşa dawî di hefteya borî de li ser Baxozê QSD’ê ragihand ku li gel wan 800 DAIŞ’iyên biyanî hene û zêdetirî 2 hezar jî ji hevjîn û zarokên çeteyên DAIŞ’ê hene.

Rêveberiya Xweser duh daxwaz kir ku dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên dîlgirtî li gel QSD’ê bê avakirin.

(fr)