Li Kobanê şahiya serkeftina QSD`ê dest pê kir

Li warê Berxwedana Sedsalê anku bajarê Kobanê bi boneya serkeftina QSD`ê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê li baregeha dawîn li Baxozê, şahiya mezin dest pê kir.

Li Kobanê şahiya serkeftina QSD`ê dest pê kir
Li Kobanê şahiya serkeftina QSD`ê dest pê kir
Li Kobanê şahiya serkeftina QSD`ê dest pê kir
Li Kobanê şahiya serkeftina QSD`ê dest pê kir
Li Kobanê şahiya serkeftina QSD`ê dest pê kir
26 adar, 2019   10:26
KOBANÊ

Li bajarê Kobanê bi boneya serkeftina QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê şahiya mezin a navendî bi dirûşma "Ji Kobanê heta Baxozê dewleta terorîst têk çû" dest pê kir. Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li şahiyê bûne. Şahiya mezin li ser girê Miştenûrê tê lidarxistin.

Endam, rêveberên Rêveberiya Xweser ên herêmên Bakurê Sûriyê, partiyên siyasî, fermandarên YPJ/YPG û QSD`ê û rûspiyên êlên herêmê beşdarî şahiya mezin bûne.

Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mustefa Îto axivî û xêrhatina beşdaran kir. Îto serkeftina QSD`ê li malbatên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên QSD`ê û hêzên Koalîsyona Navdewletî pîroz kir.

Îto di axaftina xwe de got şerê tunekirina DAIŞ`ê bi saya zarokên herêma Mezopotamyayê ku gelek berdêl ji bo ku hemû pêkhateyên herêmê bi aramî bijîn dan, dest pê kir. Îto bang kir ku dadgeheke navdewletî ji bo darizandina girtiyên DAIŞ`ê yên li gel QSD`ê li Kobanê were avakirin û wiha anî ziman: "Ev xwestek mafekî rawa ye û divê civaka navdewletî erka xwe ya exlaqî di vê çarçoveyê de pêk bîne."

Her wiha Îto diyar kir ku xwesteka avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina girtiyên DAIŞ`ê xwesteka malbatên şehîdan e û divê ev dadgeh li ser xaka Kobanê be ku şerê li dijî DAIŞ`ê ji wê derê dest pê kir.

Îto di axaftina xwe de spasiya gelê Bakurê Kurdistanê jî kir ku destek dan berxwedana Kobanê.

Şahî bi axaftina hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid didome.

Bajarê Kobanê ji bo şahiya mezin a ji bo serkeftina QSD`ê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê hate hilbijartin, ji ber yekemîn bajarên ku belavbûna DAIŞ`ê sekinand, her wiha ji ber şerê şervanên YPJ/YPG`ê û paşê QSD`ê bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navdewletî ji wê derê dest pê kir.

Çeteyên DAIŞ`ê sala 2014`an êrîşî bajarê Kobanê kir û 26`ê Çileya 2015`an û piştî şerê 134 rojan, ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê ve bajarê Kobanê hate rizgarkirin.

(bx)

ANHA