Jinên ciwan ên Minbicê piştgirî dan berxwedana girtîgehan

Li bajarê Minbicê îro Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo piştgiriya berxwedana girtîgehên li Tirkiyê çalakiyek protestoyî li dar xist.

Jinên ciwan ên Minbicê piştgirî dan berxwedana girtîgehan
25 adar, 2019   18:06
MINBIC

Yekîtiya Jinên Ciwan îro li bajarê Minbicê ji bo piştgiriya berxwedana li girtîgehên Tirkiyê û şermezarkirina bêdengiya navdewletî, çalakiyek protestoyî li dar xist. Bi dehan endamên jin ên saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarên wê li ber avahiya Şaredariya Gel kom bûn û beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de beşdaran alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Jin û pankartên bi nivîsên `Bijî berxwedana li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan`, `Em ê bi  berxwedanê tecrîdê bişkînin`, `Giyana jinên ciwan giyana berxwedana Ayten e’ hildan.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê Mîdya Mihemed axivî û got: " Îro em dibînin ku berxwedana girtîgehan di nav bêdengiya navdewletî de derbasî pêvajoyên mezinkirina berxwedanê û serhildana li hemberî faşîzma Tirk dibe. Em soza parastina destkeftiyên şoreşê û biserxistina projeya herêmê ya demokratîk û azad didin. Em soz didin ku em ê piştgiriya berxwedana girtîgehan bikin.”

 Di dawiya çalakiyê de beşdaran dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina tecrîda giran ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, berz kirin.

(şx)

ANHA