Trump belgeya serdestiya Israîlê li ser Colanê mohr kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li Koşka Spî bi awayekî fermî serdestiya Israîlê li ser Colanê îtîraf kir û belgeya fermî mohr kir.

Trump belgeya serdestiya Israîlê li ser Colanê mohr kir
25 adar, 2019   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro piştî  hevdîtina bi serokwezîrê Israîlê Binyamin Netanyahu re, bi Netanyahu re civînek çapemeniyê ya hevbeş dan. Trump got: “Ji mafê Israîlê ye ku xwe biparêze".

Serokê Amerîkayê diyar kir ku her lihevkirinek an jî peymanek girêdayî aştiya  Rojhilata Navîn divê mafê Israîlê di xweparastinê de hebe.

Israîl ji şerê Hezîrana 1967`an ve derdora hezar û 200 km2 ji Colanê ya Sûrî dagir kiriye. Di gavekê de ku hîna civaka navdewletî pê îtîraf nekiriye. Her wiha hîna derdora 510 km2 di bin serdestiya Sûriyê de ye.

Colan berî beşek ji parêzgeha El-Qunêtre bû. Li gorî qanûna navdewletî xakek dagikirî tê hesibandin. Ji  ber wê li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî hejmar 242 a sala 1967`an divê Israîl jê vekişe.

Di Kanûna 1981`an de parlamenatoya Israîlê qanûnek derxist ku tê de serdestiya Israîlê li ser Colanê ragihand. Lê Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî biryar red kir û NY`ê tekez kir ku dagirkirina Colanê ne rewa ye û divê ji Sûriyê re vegere.

Li beşa Colanê ya dagirkirî derdora 25 hezar Durzî ku nasnameya Sûriyê rakirine hene, li beramberî wê 23 hezar Israîlî jî hene. Israîl plan dike jîngehên xwe li herêmê fireh bike.