Balafirên Israîlê êrîşî Xezayê kirin

Balafirên artêşa Israîlê îro bajarê Xezayê bi taybet avahiyên girêdayî Hemasê kirin hedef. Artêşa Israîlê ragihand ku wan dest bi êrîşên xwe ên li dijî nuqteyên Hemasê kirine. Êrîşên Israîlê piştî hedefgirtian Til Ebîbê îro bi moşekekê hatin.

Balafirên Israîlê êrîşî Xezayê kirin
25 adar, 2019   18:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Balefirên Israîlê êrîşî Xezayê kirin. Nuqteyên Hemasê kirin hedef. Israîlê piştî hêjmarek leşker şand ser sinorê Xezayê topbaran pêk anî.

Di daxuyaniya artêşa Israîlê de hate bibîrxistin ku artêşa Israîlê dest bi êrîşên xwe yên li dijî nuqteyên terorîst ên girêdayî rêxistina Hemasê kiriye.

Artêşa Israîlê hişyarî da şêniyên Xezayê ku ji avahî û nuqteyên girêdayî Hemasê li tevahiya Xezayê dûr bikevin.

Her wiha serokwezîrê Israîlê  Binyamin Netanyahu piştî ku ji Xezayê Til Ebîb bi moşekekê hate hedefgirtin serdana xwe ya Amerîkayê qut kir. Li gorî desteya tenduristiyê ya Israîlê di encama êrîşê de 7 kes birîndar bibûn.

Kanala televizyonê 12 ya Israîlê bi bîr xist ku biryara vekirina jêrzemînan li tevahiya herêmên başûr hatiye girtin. Ji aliyekî din ve balafirên Israîlê yên keşfê li asîmana Xezayê difirin.

Artêşa Israîlê miqdarên mezin ji pergala Lûtkeya Hesin belav kir. Dazgehên çapemeniyê yên Israîlê ragihandin ku xetên birêketina balafiran û daketina wan li balafirgeha Til Ebîbê ji ber geşedanên dawîn li ser asta ewlehiyê hatine guhertin.

Her wiha artêşa Israîlê amadekariyên xwe yên leşkerî li ser sînorên Xezayê xurt kirin û dergeha Bêt Hanûn a ku ji bo derbasbûna kesan û dergeha Kerem Ebû Salim ji bo derbasbûna kelûpelan têne bikaranîn girtin. Qada nêçîriyê li pêşiya nêçîrvanên filistînî girt.

Berdevkê artêşa Israîlê Avihari Edrey got artêş dixwaze du tugeyên leşkerî bikşîne başûrê Israîlê û bargehek fermendariya leşkerî li wir ava bike.

Tê  bibîrxistin ku serokê Amerîkayê Donald Trump îro belgeya fermî ku  serdestiya Israîlê li ser Colana Sûrî îtîraf dike, mohr kiriye.