Li Kelha Caiber a Tebqayê serkeftina QSD`ê hat pîrozkirin

Şêniyên Tebqayê îro li Kelha Caiber a ku dikeve bakurê bajêr serkeftina QSD`ê pîroz kirin.

Li Kelha Caiber a Tebqayê serkeftina QSD`ê hat pîrozkirin
Li Kelha Caiber a Tebqayê serkeftina QSD`ê hat pîrozkirin
Li Kelha Caiber a Tebqayê serkeftina QSD`ê hat pîrozkirin
Li Kelha Caiber a Tebqayê serkeftina QSD`ê hat pîrozkirin
Li Kelha Caiber a Tebqayê serkeftina QSD`ê hat pîrozkirin
25 adar, 2019   17:24
TEBQA

Şêniyên Tebqayê îro li Kelha Caiber a ku dikeve bakurê bajêr serkeftina QSD`ê pîroz kirin. Beriya şahiyê şêniyan bi kerwanekî erebeyan di nav kolanên bajêr de  geriyan û berê xwe dan Kelha Caiber.

Bi sedan şênî, saziyên sivîl û leşkerî beşdarî şahiyê bûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre bi navên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê hevseroka meclisê Hind El-Elî û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan  Ebdulkerîm El-Ibrahîm axivîn.

Di axaftinan de serkeftina QSD`ê li tevahiya gelên herêmê hate pîrozkirin. Axêveran diyar kir ku DAIŞ bi saya ked û fedekariyên şehîdan têk çû. Axêvaran soza şopandina rêya şehîdan heya rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê, dan.

Di dawiyê de şêniyan li ber stranên şoreşgerî xelekên govendê gerandin.

(şx)

ANHA