Şêniyên Dêrazorê serkeftina QSD`ê pîroz kirin

Bi sedan şêniyên bajarokê El-Kesra û gundên gundewarê rojavayê Dêrazorê serkeftina QSD`ê ya li dijî DAIŞ’ê  pîroz kirin. Her wiha tekez kirin ku ji bo serkeftinê xwîna pêkhateyên herêmê tev hev bûye.

Şêniyên Dêrazorê serkeftina QSD`ê pîroz kirin
Şêniyên Dêrazorê serkeftina QSD`ê pîroz kirin
Şêniyên Dêrazorê serkeftina QSD`ê pîroz kirin
25 adar, 2019   17:14
DÊRAZOR

Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo pîrozkirina serkeftina QSD’ê şahiyek li çarxeriya bajarokê El-Kersa organize kir. Bi sedan şêniyên El-Kesra û gundên girêdayî wê beşdarî şahiyê bûn.

Her wiha endamên rêveber, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, fermendar û endamên hêzên ewlehiyê, fermendarên QSD`ê û YPJ`ê jî beşdarî şahiyê bûn.

Qada bajarok bi alên QSD`ê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û pankartên ku fedekariyên jinê û şehîdan pênase dikin hatibû xemilandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif axivî û serkeftina QSD`ê li gelê Dêrazorê û Sûriyê pîroz kir. Yûsif destnîşan kir ku heya serkeftina QSD`ê pêk hat xwîna tevahiya pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb û Suryan tev hev bû.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(şx)

ANHA