Li pêşiya Parlementoya Ewrupayê greva birçîbûnê

Bi sedan siyasetmedarên Kurd li ber avahiya Parlamentoya Ewrupayê (PE), li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê û çalakiya rûniştinê kirin.

Li pêşiya Parlementoya Ewrupayê greva birçîbûnê
25 adar, 2019   17:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî û demokratîk ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber avahiya Parlamentoya Ewrupayê (PE) dest bi greva birçîbûnê û çalakiya rûniştinê kirin. Çalakgerên ku 5 rojan çalakiya rûniştinê pêk bînin, bang li welatên Ewropayê kirin ku li dijî tecrîdê  bikevin nava liv û tevgerê. Ji çar aliyên Ewrupayê Kurdistanî û nûnerên sazî û partiyan beşdarî çalakiyê bûn. Beşdarên çalakiyê diyar kirin, berxwedan wê roj bi roj mezintir bibe.

Remzî Kartal: Sebra gelê Kurd nema

Çalakiya rûniştinê bi mîtîngekê dest pê kir û nêzî hezar Kurdistanî beşdarî. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, axivî û diyar kir, gelê Kurd li dijî tecrîdê hatiye wê radeyê ku biteqe. Kartal anî ziman, ewladên gelê Kurd tecrîdkirina Ocalan qebûl nakin û bi bîr xist, bi hezaran kesên li girtîgehan di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne. Kartal da xuyakirin, heta niha sê girtiyan li girtîgehê çalakiya fedayî kirine û bi Ûgûr Şakar re 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Kartal ji CPT, sazî û dewletên berpirsyar xwest ku bikevin nava liv û tevgerê.

TJK-E: Jin tecrîdê qebûl nakin

Nûnera TJK-E'yê Zozan Serhat jî anî ziman ku gelê Kurd tecrîdê teqez qebûl nake û diyar kir li dijî tecrîdê û dîlgirtina Ocalan berxwedaneke mezin a fedayî heye. Nûnera TJK-E'yê sazî û welatên ku li pêşberî polîtîkaya tecrîdê ya faşîzma AKP-MHP'ê bêdeng in bi tundî rexne kir û ragihand, berxwedana li dijî tecrîdê bi pêşengiya jinan dest pê kiriye. Serhat, destnîşan kir ku jin wê bi rengekî tund li dijî tecrîdê li ber xwe bidin û heta tecrîd bidawî bibe wê têkoşîna xwe mezin bikin.

Hatîp Dîcle: Daxwazên Kurdan demokratîk in

Parlamenter û Hevserokê KCD'ê yê berê Hatîp Dîcle jî diyar kir, berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan roj bi roj mezin dibe û destnîşan kir, gelê Kurd wê tecrîda ku faşîzma AKP-MHP'ê ferz dike têk bibe. Dîcle têkbirina faşîzmê ya di dîroka Ewrupayê de bi bîr xist û got, dema ku mijar Tirkiye be pîvanên namzetiyê yên Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ewrupayê bi cih nayên anîn. Dîcle bi bîr xist, Kurdan tevî gelên din li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên ku li welatên Ewrupayê komkujî dikir şer kirin, lê belê bersiv ji daxwazên herî demokratîk ên Kurdan re bersiv nayê dayin.

Nîluger Koç: Bêdeng nemînin

Li ser navê KNK’ê Hevserok Nîlufer Koç diyar kir ku welatên Ewrupayê li dijî tecrîdê bêdeng dimînin û piştgiriyê didin polîtîkayên faşîst.

Hevserokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek jî diyar kir ku tecrîd dûmahîka komploya navneteweyî ye. Îgrek diyar kir ku Ewropa nirxên xwe binpê dike û bang li CPT û Konseya Ewropayê kir ku bila li dijî tecrîdê têkevin nav hewldanan.

Tahîr Koçer: Şakar li dijî polîtîkayên qirêj çalakiyeke fedayî kir

Hevserokê NAV-DEM’ê Tahir Koçer jî bal kişand ser helwesta Elmanyayê û diyar kir ku Ûgûr Şakar li hemberî van polîtîkayan bedena xwe daye ber agir. Koçer got ku wê bi geşkirina berxwedanê re tecrîd were şikandin.

Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger jî Alî Mahsûn jî diyar kir ku ew çalakiyên greva birçîbûnê silav dikin. Nûnerê TCŞ’ê diyar kir ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên wan e û got ku “ Bi tecrîda li ser Rêber Apo re, tecrîd li ser Kurdistanê hate kirin. CPT di serî de gelek saziyên navneteweyî li hemberî tecrîdê bêdeng dimînin.”

Nûnerê TCŞ’ê Alî Mahsûn bi domdarî got; “Umît Acar, Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam û herî dawî Medya Çinar li dijî tecrîd û taritiya li ser gel tê ferzkirin bûn ‘ronahî’. Ciwanên Kurd jî wê bi heman şêweyê fedekarî têbikoşin. Em jî ciwanên Kurd heta şikandina tecrîdê divê vê ronahiyê bişopînin û li ser qada lê ne veguherînin serhildanê.”

Li ser navê PJAK’ê Ronak Sene jî axivî û got çar parçeyên Kurdistanê li dora Ocalan bûne xelek. Sene wiha domand; “Gelê Kurd bi yekîtiyê wê politîkayên qirkirin û tecrîdê hilweşîne. Ji mirinên berxwedêrên grevên birçîbûnê Ewropa jî berpisyar e.”

CÎK: Tecrîd zilm e

Li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Melle Saleh axivî û got; “Gelê Kurd zilma tecrîdê qebûl nake û li dijî vê li ber xwe dide. Tecrîd ne li gorî Îslam û hemû baweriyan e. Bi tecrîdê re li ser gelê Kurd zilm tê kirin û gelê Kurd êdî vê zilmê qebûl nake. Divê kesên dibêjin ez Misilman im, sosyalîst û demokrat im piştgiriyê bide gelê Kurd û welatên Ewrupa jî xwedî li nirxên xwe derbikeve nebe hevkarê zilmê. Tecrîd bi têkoşîna gelê Kurd û hemû gelan wê were şikandin.”

Greva birçîbûnê û çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Parlamentoya Ewrupayê bi sirûd û stranan didome.