Dewleta Tirk dîwar rakir, zirar gihişt milkên şêniyên gundên Dêrikê

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker dîwarên li ser sinorê herêma Dêrikê û Bakurê Kurdistanê rakir, ava ku li pişt dîwar kombûyî bi ser zeviyên gelê Dêrikê de hat. Di encam de ziyanên madî gihiştin milkên şêniyên gundên li ser sinor.

25 adar, 2019   16:55
NECBÎR OSMAN-ÎSAM EBDULLAH/QAMIŞLO

Ji ber barîna barana zêde ya li herêma Dêrikê lehî rabû. Hatin û çûyîn rawesta, zirarên mezin gihiştin cihên giştî, pir û milkên şêniyan.

Nûçegihanên me ragihandin ku piştî ku dewleta Tirk a dagirker dîwarên li ser sinorê herêma Dêrikê û Bakurê Kurdistanê rakir, ava ku li pişt dîwar kombûyî bi ser zeviyên gelê Dêrikê de hat. Di encam de lehî rabû û ziyanên madî gihiştin milkên şêniyên gundên li ser sinor. Gundê ku herî zirar dîtî gundê Kermediye. Ji ber lehiyê hejmarek ji malên gund bi temamî wêran bûn û zirarên madî gihiştin milk û sewalên şêniyan.

Şêniyê bi navê Sebah Ehmed ji şêniyên gundê Kermediyê ye ji ajansa me re got, şevê din saet 22:00`an dîwar rakir, ji ber wê lehî li gund çêbû.

Li gorî Ehmed zirarên madî gihaştin hejmarek ji malên gund û gelek sewal telef bûn.

Her wiha li gundên Hecî Metrî, Xirab Reşik û Qesir Dîb lehî rabû û ziyanên madî gihiştin şêniyan. Komîteya Destwerdasna Lezgîn jî alîkariyê didin şêniyan.

(şx)

ANHA