Komîteya Destwerdana Lezgîn: Tu xeterî li ser bendavan tune ye

Endamên Komîteya Destwerdana Lezgîn a Kantona Qamişlo tekez kirin  ku tu xeterî li ser bendava Çilaxa û  bendavên herêma Dêrikê tune ye. Endaman gotin, ji bo rewşek lezgîn hemû komîte, meclis û hêzên ewlehiyê amade ne.

Komîteya Destwerdana Lezgîn: Tu xeterî li ser bendavan tune ye
25 adar, 2019   16:44
QAMIŞLO

Li navçeyên Tirbespiyê û Dêrikê ku dikevin rojhilatê kantona Qamişlo ji ber barana zêde ya du rojan lehî rabûn. Heman demê de rêjeya ava bendavên herêmê bilind bû ye. Şêniyên herêmê ji hilweşîna bendavan tirsiyan.

Ji şopandina rewşa bendavan, Komîteya Destwerdana Lezgîn û kesên pispor ên kantona Qamişloyê berê xwe dan bendavên herêma Dêrikê.

Komîteyê bendav kontrol kirin. Endamên Komîteya Destwerdana Lezgîn di derbarê rewşa bendavan de daxuyaniyek dan. Endaman got ku ti xeterî li ser bendavan tune ye.

Hevserokê Gerînendeya Jêderên Avê yê Kantona Qamişlo Malik Silêman ji şêniyên Çilaxa re diyar kir ku rehet bin ti xeterî li ser bendavê tune ye.

Li gorî Silêman 7 bendavên axî li kantona Qamişloyê hene. Di encama barîna baranê de rêjeya ava bendavan gihaştiye asta herî bilind. Lê dîsa jî ti xeterî li ser bendavan tune ye.

Silêman destnîşan kir ku ji bo bendava Zexîre ya navçeya Çilaxa girtekên pêwîst ji bo her rewşek awarte hatine girtin, alav û tîma fenî amade ne.

Silêman tekez kir ku divê gundên li ser rûbara bendavan ji bo her rewşek awarte re xwe amade bikin. Silêman ji ber keda duh û xizmetdayîna şêniyan spasiya Hêzên Ewlehiya Hindirîn û Komîteya Destwerdana Lezgîn kir.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo Mesûd Yûsif jî şêniyên herêmên nizim hişyar kir ku di çend rojên bê de ji her rewşekê re amade bin.

Hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Mihemed Ebdulkerîm diyar kir ku tu xeterî li ser bendavan tune ye û tekez kir ku tevahiya meclis, komîte, Hêzên Ewlehiya Hindirîn 24 saetan de amade ne da ku xizmeta şêniyan bikin heya ku ev rewş derbas bibe.

Ebdulrehîm got tenê ziyanên madî çêbûne û bang li her kesî kir ku tedbîrên pêwîst bigirin, bi taybet jî herêmên nêzî rûbar û bendavan.

(şx)

ANHA