Ji bo koçber û penaberên li Holê banga alîkariya lezgîn

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo kesên di kampa Holê de dimîni banga alîkariyê lezgîn kir û diyar kir ku di kampê de nexweş û birîndar hene, rewşa wan her diçe girantir dibe.

Ji bo koçber û penaberên li Holê banga alîkariya lezgîn
25 adar, 2019   16:41
GIRÊ SPÎ

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa di civîna çapemeniyê de ya ku Rêveberiya Xweser der barê rewşa koçber û penaberên li kampa Holê li Eyn Îsayê li dar xistibû axivî. Ciwan bal kişand ser kêmasiyên di warê tenduristiyê de li kampa Holê û diyar kir ku ji aliyê rêxistinên navdewletî de desteke şermok tê dayîn.

Ciwan Mustefa got: "Pêwîstiyên tenduritiyê li kampê besît in, me texmîn nedikir ku hejmareke ewqas pir ji Baxozê were kampê."

Mustefa got, gelek kesên têne kampê nexweş û birîndar in, rewşa wan xeter e.

Her 10 hezar kes bi erebeyeke ambulansê ne

Hevserokê Desteya Tenduritiyê got: "Derfetên Rêveberiya Xweser têrê nakê ku pêwîstiye derdora 70 hezar koçberan bi cih bîne, di aliyê tenduristiyê de pêwîstiya me bi desteka rêxistinên navdewletî heye."

Ciwan Mustefa bal kişand ku rêxistinên li kampê dixebitin erka xwe li gorî tê xwestin pêk nayînin û got: "Bi taybet rêxistinên tenduristiyê yên cîhanê alîkariyên şermok û besît pêşkêş dikin, desteka xwe ji bo aliyên dîtir vediqetîne û navendên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li herêmê Cizîrê pêşkêş dikin, ji ber vê yekê em nexweşên rewşên wan giran derbasî nexweşxane û navendên tenduristiyê yên herêmên Cizîrê dikin."

Ciwan anî ziman ku Heyva Sor a Kurd tekane sazî ye ku alîkariyê dike, lê derfetên wê kêm e û hêza wê têrê nakê ku pêwîstiyên koçberan bi cih bîne. Her wiha diyar kir ku di kampê de tenê 7 erebeyên ambulansê hene, her erebeyeke ji bo 10 hezaran koçber û penaberî ye.

Ciwan Mustefa di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku di zûtirin demê de biçin kampa Holê û alîkariyên pêwîst pêşkêş bike, ji ber gelek birîndar û nexweş hene.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya axaftina xwe de got: " Em li pêşberî havînê ne, rewşa tenduristiyê girantir dib, nexweşiyên mîna laşmaniya zêde dibe, heger nexweşî belav bibe wê demê wê zehmet be were rawestandin. "

ANHA