ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.03.2019
25 adar, 2019   05:00

Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Wê operasyonên QSD`ê yên ji bo paqijkirina Baxozê bên şopandin.

- Bi wesîleya serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê, Meclisa Sivîl a Reqayê pîrozbahiyekê li dar dixe. Bi heman armancê şêniyên navçeya Til Hemîsê saet 11:00 û li Stada Rilêmlan a Girkê Legê jî saet 12:00 pîrozbahî tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 -Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî rewşa koçberên li kampa Holê civîneke çapemeniyê li navçeya Eyn Îsayê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civîneke çapemeniyê ku li avahiya xwe ya li ajarê Qamişlo li dar dixe, hin zarokên sêwî yên DAIŞ‘ê radestî dewletên wan dike, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Karûbarên Malbatên Şehîdan a Hesekê, bi navê "Şehîd Regîn" navenda zarokên astengar li taxa Til Hecer a bajarê vedike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatên şehîdan ên herêma Tebqayê kêfaxweşiya xwe bi serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê pîroz kirin û gotin, keda zarokên wan bi serkeftinê bi encam bû, her wiha soz dan ku ew ê têkoşînê dewam bikin heta Efrînê rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li kantona Efrînê ji talankirina milkên sivîlan, revandin û ferzkirina budceyan li ser şêniyan da ku fonên çeteyan peyda bibin, berdewam in. Her wiha çaranûsa gelek şêniyan ji salekê ve ne diyar e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

Îbrahîm El-Qeftan serkeftinên QSD‘ê pîroz kir û got, ji bo tinekirina fikrê DAIŞ‘ê divê gelê herêmê projeyekê deynîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li Xezaya Filistînê ku zêdeyî 2 milyon lê dimînên ji ber embargoya ku Îsraîlê ji zêdeyî 13 salan ve lê feriz kiriye û parçebûna navxweyî ya di navbera tevgerên Hemas û Fetih de felaketeke mirovî heye. Ji lew ra Filistîniyên Xezayê ev çend rojin tevgera "Em dixwazin bijîn" dane destpêkirin. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Yekîtiya Rewşenbîrên Hesekê ji bo bîranîna helbestvanê Kurd Seydayê Tîrêj di salvegera wefata wî ya 17‘an a de, bîranînekê li navenda Çand û Hunerê ya Xabûr li dar dixe, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Piştî barîna baranê bi rêjeyên baş bejahiya Dêrazorê kirasê kesk li xwe kir. Ji ber wê bûye meqseda, şêniyan ji bo seyaranê û şivanên ga û hêştiran. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Zirganê ya girêdayî herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê, Komîteya Temwînê ya şaredariya navçeyê ji bo kêmbûna nan rexne kir. Rêveberên komîteyê diyar kir ku hewla wan a çareserkirina pirsgirêkê û zêdekirina nan di vê derbarê de heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA