Ji Newroza Girê Spî: Şahiya bê dê bi rizgarkirina Efrînê be

Axaftvanan di Newroza Girê Spî de tekez kir ku gava duyem piştî têkbirina DAIŞ’ê dê rizgarkirina bajarê Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê be.

Ji Newroza Girê Spî: Şahiya bê dê bi rizgarkirina Efrînê be
Ji Newroza Girê Spî: Şahiya bê dê bi rizgarkirina Efrînê be
24 adar, 2019   12:05
GIRÊ SPÎ

Şahiya Newroza 2019’an a Girê Spî ya ku vê sibehê li bajêr bi beşdarbûna bi hezaran şêniyan dest pê kir, didome. Hevserokên Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl û Hemîd Ebid axivîn û Newroz û serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ’ê pîroz kirin.

Hevserokên meclisê silav li berxwedana grevên birçîbûnê, di serî de ya Leyla Guven kir û piştgiriya xwe bi çalakgeran re heta rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekez kir. Her wiha îşaret pê kirin ku berxwedan berdewam e, heta bajarê Efrînê ji dagirkerî û çeteyan bê rizgarkirin.

Dûre bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid axivî û Newroz li şêniyan pîroz kir û got: "Şadiya me îro du ne, yek Newroz e û ya din jî serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ’ê ye."

Bêrîvan wiha domand: "Hêjatirîn şadî û serkeftin ên malbatên şehîdan in. Vê rojê li wan pîroz dikin û dibêjin em deyndarên wan û zarokên wan ên şehîd in. Soza berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina tevahî xaka Sûriyê didin.”

Di berdewama axaftina xwe de Bêrîvan destnîşan kir ku dê berxwedan û têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê ji çeteyên dewleta Tirk ên ne kêmtirî xetereya DAIŞ’ê ne, dewam bikin. Bêrîvanê bal kişand ser ku çawa ku di aliyê leşkerî de li hember DAIŞ`ê bi ser ketin, dê di aliyê fikrî û çandî de jî bi ser bikevin, ji ber ku ew bi biratiya gelan û jiyana hevbeş bawer dikin.

Di dawiyê de Bêrîvan Xalid got şadiya pêş dê rizgarkirina bajarê Efrînê be û gava duyem piştî ragihandina serkeftina têkbirina DAIŞ’ê, rizgarkirina bajarê Efrînê yê dagirkirî ye.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan hevserokê meclisê Hesen Xelîl hatina Newrozê û serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî DAIŞ’ê pîroz kirin.

Newroz bi şano û dîlanên ku kom pêşkêş dikin, didome.

(fr)

ANHA