Efrîniyan serkeftina QSD`ê pîroz kirin

Şêniyên Efrînê yên li kampa Serdemê ya Şehbayê agir vêxistin û serkeftina QSD`ê pîroz kirin. Şêniyan berxwedana şervanan silav kir û berdewamkirina têkoşînê heya rizgarkirina Efrînê tekez kirin.

Efrîniyan serkeftina QSD`ê pîroz kirin
23 adar, 2019   18:41
ŞEHBA

Şêniyên Efrînê piştî bihîstina têkçûna DAIŞ`ê û rizgarkirina Baxozê şahiyek li dar xistin. Bi sedan şênî beşdarî şahiyê bûn.

Şêniyan agir vêxistin û li dora agir  bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê xelekên govendê gerandin. Her wiha şêniyan berdewamkirina têkoşînê heya rizgarkirina Efrînê û vegera wê tekez kirin.

(şx)

ANHA