Cenazeyên şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Hesekê hatin veşartin

Bi hezaran şêniyên gund û bajarê Hesekê cenazeyên şehîdên QSD‘ê yên Pêngava Bagera Cizîrê bi merasîmekê spartin axê. Di merasîmê hate gotin ku rizgarkirina Baxozê û tinekirina terorê berhemên keda şehîdan e.

23 adar, 2019   16:53

HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên gund û bajarê Hesekê cenazeyê şervanên QSD‘ê Elî El-Hisên (Egîd Hesekê), Ehmed Hebab (Şamî Hesekê), Subhî El-Hesanî (Fayiz Hesekê), Edhem El-Betûra (Rênas), Elî El-Hisêno (Ebû Kurdo), Ehmed Remedan (Rojhat Hesekê), Mehmûd Salih (Çiya Hesekê) Xazî Çaçan (Hogir Hesekê), Ehmed Cenah ( Yezen Hesekê), Hemîd El-Casim (Çekdar Hesekê) û şervanê YPG‘ê Yezen Şenûn (Gerzan Têkoşer) ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn, ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekê ber bi Goristana Şehîda Dijwar a li gundê Dawidiyê ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD‘ê ve merasîma leşkerî ji aliyê şervanên QSD û Erka Xweparastinê ve pêk hat.

Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê endamê meclisê Îdan Efênî, ji fermandarên QSD‘ê Şiyar Hesekê, bi navê meclisa navçeya rojavayê Heseskê Remedan Fetah axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û diyar kirin ku rizgarkirina Baxoz û têkçûna DAIŞ‘ê berhemê ked û xwîna şehîdan e.

Di merasîmê de, wesyatnameya şehîdê enternasyonalîst Têkoşer Piling ê ku di 18‘ê Adarê de li Baxozê şehîd bibû hate xwendin, ku tê de dibêje; şerê li dijî DAIŞ karê durust e û hêviya serkeftinê ji gelê Sûriyê re dixwaze. Têkoşer Pinling serkeftina wan li dijî DAIŞ‘ê bi rihê hevaltî û fedayetiyê di rojên tarî de girêdide.

Di dawiyê de, nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel cenazeyê şehîdan di nav dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA