Li warê Berxwedana Sedsalê govenda serkeftinê

Li bajarê Kobanê jî serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê hate pîrozkirin û govenda serkeftinê hate gerandin.

Li warê Berxwedana Sedsalê govenda serkeftinê
Li warê Berxwedana Sedsalê govenda serkeftinê
Li warê Berxwedana Sedsalê govenda serkeftinê
Li warê Berxwedana Sedsalê govenda serkeftinê
23 adar, 2019   17:13

KOBANÊ

Piştî ragihandina têkçûna DAIŞ‘ê li bargeha dawî ya li Dêrazorê ji aliyê QSD‘ê ve, bi sedan xelkên bajarê Kobanê derketin kolanan û serkeftina QSD‘ê pîroz kirin.

Şêniyan li gel şervanên QSD, YPG û YPJ‘ê li Goristana Şehîd Dicle kom bûn, paşê bi erebeyan di nav bajar de geriyan û bê navber dirûşmeyên silavkirina QSD‘ê diavêtin.

Piştî gera erebeyan, gel li çerxerêya Jina Azad kom bûn û li ber stranên şoreşgerî xelekên govendan gerandin.

ANHA