Şêniyên Qamişlo: Êdî dema rizgarkirina Efrînê ye

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo piştî daxûyaniya fermandariya QSD’ê tekildarî têkbirina DAIŞ’ê dakatin qadan û gotin ‘Serkeftinên Derazorê wê rizgarkirina Efrînê bîne.’

Şêniyên Qamişlo: Êdî dema rizgarkirina Efrînê ye
Şêniyên Qamişlo: Êdî dema rizgarkirina Efrînê ye
Şêniyên Qamişlo: Êdî dema rizgarkirina Efrînê ye
Şêniyên Qamişlo: Êdî dema rizgarkirina Efrînê ye
Şêniyên Qamişlo: Êdî dema rizgarkirina Efrînê ye
23 adar, 2019   16:47

QAMIŞLO

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî têkçûna DAIŞ`ê, îro li Heqil Umer ya herêma petrolê ku dikeve bejahiya Dêrazorê, bi  daxuyaniyekî têkbirina DAIŞ’ê ragihand. Piştî daxuyaniya QSD’ê bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li çarxereya Şehîdên Enternasyonalîst ya taxa Enteriyê kom bûn.

Hêzên Ewlekariya Hûndirîn, Hawarî û Trafîkê ewlehiya komê girtin. Şêniyan  alên YPJ/YPG, Kongreya Star, PYD û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Şervanên YPG/YPJ, Hêzên Xweparastin jî din ava şahiyê de cîh girtin. Keyfxweşiya gel di rûkeniya wan de diyar dibû. 

Şêniyan bi erebeyan di nav kolanên Qamişlo de bi sloganên ‘Bîjî QSD’, ‘Bîjî Serok APO’, ‘Bîjî Berxwedana Rojava’ geriyan.  

Dayîkan bi tilîliyan, zarokan jî bi sembola serkeftinê şênî silav kirin. Her wiha karker jî derketin ser rê û sloganên ‘Her Bijî Heval’berz kirin.

Piştî gera erebeyan, gel li çarxereya Şehîdên Enternasyonalîst ya taxa Enteriyê kombûn û dîlan gerandin. Li vir dayika şehîd Serhat, Diljîn Hesen têkçûna DAIŞ’ê li hemû pêkhateyan pîroz kir û got: “Hişmendiya qirêj bi destê şervanên QSD’ê têk çû. Serkeftinên QSD’ê bi saya hezaran şehîda pêk hat. Ev serkeftin wê rizgarkirina Efrînê bîne. ”

Şênî bi sloganên ‘DAIŞ têk çû’ gera xwe ya di nav bajar de dewam dikin.

ANHA