`Dagirkeriya Tirkiyê hemû rêgezên îslamê binpê dike`

Şêx Zûhêr Gulê got kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê rêgezên ola îslamê binpê dikin. Şêx Gulê baweriya xwe bi serkeftina gel û binketina siyasetên Erdogan diyar kir.

`Dagirkeriya Tirkiyê hemû rêgezên îslamê binpê dike`
19 adar, 2019   07:59

ARŞÎN NECAR/ ŞEHBA

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê di binpêkirinên xwe yên li ser gelê Efrînê de dewam dikin, ev komên terorîst û kesên li pişt rejîma Erdogan hewl didin bi navê îslamê rewabûna binpêkirinên xwe nîşan bidin.

Şêx Zûhêr Gulê ku yek ji şêniyên kantona Şehbayê ye, ev îdiayên wan red kirin û teqez kir ku dagirkeriya Tirkiyê û komên çete yên Tirkiyê, dûrî rêgezên ola îslamê ne.

Şêx Gulê ji ANHA`yê re axivî û got ola îslamê li ser bingeha hezkirin, aştî, ewlehî û paqijiya exlaq e û wiha pê de çû: "Lê em dibînin ku rêgezên îslamê tên berovajîkirin û ji cewhera wê derdixin, her wiha ji nirxên wê yên bîngehîn tê dûrxistin."

Gulê da zanîn ku tiştê ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li dijî sivîlan li Efrînê dike, hemû rêgezên ola îslamê binpê dike û got dagirker rojane kuştin, revandin, îşkencekirin û talankirin û gelek binpêkirinên din li dijî sivîlan dikin.

Her wiha Gulê wiha dewam kir: "Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên herî qirêjî li ser rûyê erdê ne, gotina “terror”ê ji bo Erdogan kêm e."

Şêx Gulê da zanîn ku dagirkeriya Tirkiyê û komên wê bi îslamê dixwazin armancên xwe di dagirkirina xaka Efrînê de pêk bînin û hewl didin rewabûna sûcên der heqê gelan de bike."

Şêx Zûhêr Gulê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku sûcên dagirkeriya Tirkiyê êdî eşkere ne û nikare  armancên xwe pêk bîne û wiha got: "Erdogan nagihîje armancên xwe, ji ber ku gel êdî rastiya çavberdanên wî û siyaseta dagirkeriya Tirkiyê dizane û ew gel dê bi ser bikeve."

(jo)

ANHA