QSD`ê 157 çeteyên biyanî girtin

Li Baxozê di encama çalakiyeke yekîneyên taybet ên QSD’ê de 157 çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî hatin girtin.

QSD`ê 157 çeteyên biyanî girtin
19 adar, 2019   07:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Qonaxa dawîn a êngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Baxozê didome. Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di hundirê Baxozê de bi pêş de diçin û gelek çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî girtin.

Fermandariya Giştî ya Pêngava Bagera Cizîrê daxuyaniyek li ser malpera fermî ya QSD`ê belav kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Yekîneyên me yên taybet beşdarî şerê di navbera hêzên me û terorîstên DAIŞ`ê de li Baxozê dibin. Erka xwe ji bo şopandina tevgera terorîstan pêk tînin ji bo rê li pêşiya reva wan ji herêmê were girtin.

Yekîneyên me tevgera komeke terorîst şopand û di encama wê de 157 terorîst tevî alavên wan ên leşkerî girtin.

Terorîstên ku hatine girtin, biyanî ne. Ew di şer de pispor in."

Şervanên QSD`ê heta niha bi hezaran sivîl ji Baxozê derxistine. Her wiha bi sedan çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan xwe radestî QSD`ê kir. Çete û malbatên wan birin kampa Holê û li wê derê çete û sivîl ji hev têne cudakirin.

(bx)

ANHA