QSD di hundirê kampa Baxozê de bi pêş de diçe

Şervanên QSD`ê di hundirê kampa Baxozê de bi pêş de diçin û şerekî dijwar lê rû dide.

QSD di hundirê kampa Baxozê de bi pêş de diçe
19 adar, 2019   08:17

DÊRAZOR

Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê didome. Nûçegihanê me ku şerê li Baxozê dişopîne, ragihand ku şervanên QSD`ê di hundirê kampa Baxozê de bi pêş de diçin.

Nûçegihanê me tekez kir ku di van kêliyan de di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de di hundirê kampa Baxozê de şerekî dijwar rû dide.

(bx)

ANHA