`Gelê ku li dijî terora cîhanî bi serket dê li Efrînê jî bi serkeve`

Şêniyên Serêkaniyê di meşekê de tekez kirin ku armanca Tirkiyê ji dagirkirina Efrînê, têkbirina projeya wê ya demokratîk e. Şêniyan gotin: “Gelê ku li dijî terora cîhanî bi serket dê li Efrînê jî li dijî faşîzmê Tirkiyê û çeteyên wê bi serkeve.”

`Gelê ku li dijî terora cîhanî bi serket dê li Efrînê jî bi serkeve`
`Gelê ku li dijî terora cîhanî bi serket dê li Efrînê jî bi serkeve`
`Gelê ku li dijî terora cîhanî bi serket dê li Efrînê jî bi serkeve`
`Gelê ku li dijî terora cîhanî bi serket dê li Efrînê jî bi serkeve`
`Gelê ku li dijî terora cîhanî bi serket dê li Efrînê jî bi serkeve`
`Gelê ku li dijî terora cîhanî bi serket dê li Efrînê jî bi serkeve`
`Gelê ku li dijî terora cîhanî bi serket dê li Efrînê jî bi serkeve`
18 adar, 2019   19:07

HESEKÊ

Bi boneya salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve bi hezaran şêniyên navçeya Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê  û gundewarê wê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk meşiyan.

Şêniyên Serêkaniyê û navçeya Zirganê, endamên sazî û navendên sivîl ên bajêr, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şervanên YPG, YPJ û QSD`ê li ber Meclisa bajêr kom bûn. Meş di nava kolanên sereke yên taxa Ronahî de geriyan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, QSD û Kongreya Star hildan.

Her wiha pankartên bi nivîsên `Dagirkeriya Tirk dagirkeriya talankirin û wêrankirinê ye`, Bi berxwedana Efrînê Bakurê Sûriyê dibe yek`, `Bi giyana Newrozê em ê asta berxwedana mezin bikin û em ê li Efrînê bi serkevin`, `Efrîn dê bibe gora faşîst Erdogan û hevalbendên wî`, `Em Efrîn in û em berxwedan in`, `Efrîn dê biserkeve` rakirin.

Meş li qada Şehîdan a bajêr veguherî mitîngê. Meşvanan deqeyek rêzigirtin sekinînin, paşê endama rêveber a Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb  Murad, endamê rêveber ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kenan  Berekat axivîn.

Di axaftinan de şehîdên ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê canê xwe feda kirine hatin bibîranîn. Her wiha dagirkeriya Tirk û binpêkirinên wê yên li Efrînê hatin şermezarkirin.

Axafvanan tekez kirin ku dewleta Tirk bi armanca têkbirina projeya demokratîk a Efrînê, Efrîn dagir kir û tekez kirin ku gelê li dijî DAIŞ`ê bi serket dê li Efrînê li dijî faşîzmê bi serkeve.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Serdemê bi dawî bû. 

(şx)

ANHA