Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi rûspiyên Dêrazorê re civiya

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li buroya xwe ya bajarokê Mihêmîde ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê komxebatek lidar xist. Şêx û rûspiyên êlên gundewarê rojhilatê Dêrazorê beşdarî  komxebata partiye bûn.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi rûspiyên Dêrazorê re civiya
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi rûspiyên Dêrazorê re civiya
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi rûspiyên Dêrazorê re civiya
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi rûspiyên Dêrazorê re civiya
18 adar, 2019   19:31

DÊRAZOR

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li buroya xwe ya bajarokê Mihêmîde ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê komxebatek lidar xist. Şêx û rûspiyên êlên gundewarê rojhilatê Dêrazorê beşdarî  komxebata partiye bûn. Di komxebatê de serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan, sekretera Giştî ya partiyê Hevrîn Xelef,  şêx û rûspiyên êlên Dêrazorê û endamên partiyê şaxê Dêrazorê amade bûn. Komxebat bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Paşê serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan qala armanc û rêgezên partiyê kir û destnîşan kir ku partî hewl dide demokrasiyê û biratiya gelan pêk bîne. El- Qeftan got: “Partî piştigiriya çareseriyên siyasî ji bo aloziya Sûriyê dike.”

Serokên êlên herêmê tekez kirin ku divê rêgeza hevparî û biratiya gelan li herêmê serwer be, ne tenê gotin lê belê di piratîkê de jî divê pêk were. Şêxên êlan destnîşan kirin ku bi saya fedakariyên ciwanên herêmê, herêm rizgar bû.

El-Qeftan diyar kir ku dê di nêztirîn dem de pêdiviyên herêmê bên peydakirin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji bo pênasekirina armancên partiyê û  rêgezên wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê rêzecivînan lidar bixe.

(şx)

ANHA