Gelê Dêrazorê: Çawa me DAIŞ têkbir em ê Efrînê jî rizgar bikin

Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê û Koordînasyona Jin a Dêrazorê di daxuyaniyên cuda de tekez kirin ku gelê Firatê yê azad û yê ku terorê têk biriye, qebûl nake ku Efrîn dagirkirî bimîne .

Gelê Dêrazorê: Çawa me DAIŞ têkbir em ê Efrînê jî rizgar bikin
Gelê Dêrazorê: Çawa me DAIŞ têkbir em ê Efrînê jî rizgar bikin
Gelê Dêrazorê: Çawa me DAIŞ têkbir em ê Efrînê jî rizgar bikin
Gelê Dêrazorê: Çawa me DAIŞ têkbir em ê Efrînê jî rizgar bikin
Gelê Dêrazorê: Çawa me DAIŞ têkbir em ê Efrînê jî rizgar bikin
Gelê Dêrazorê: Çawa me DAIŞ têkbir em ê Efrînê jî rizgar bikin
18 adar, 2019   17:25

DÊRAZOR

Di salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê de Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Rêveberiya Jin du daxuyaniyên cuda dan. Di her du daxuyaniyan de dagirkeriya Tirk û binpêkirinên wê yên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.

Endamên komîteyan û saziyên girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê, hevserokatî û endamên Meclisa Zagonsaz li ber avahiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê kom bûn û daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisê Xesan Esaf ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku Efrîn herêmek ewle bû û ji gelê Sûriyê yê ku ji herêmên din koçber bibûn, bibû stargeh. Gelê Efrînê dagirkeriya Tirk qebûl nekir ji ber wê heya 58 rojan di nav bêdengiya navdewletî de li ber xwe da.

Di daxuyaniyê de Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê, berxwedana gelê Efrînê silav kir û tekez kir ku Efrînê dê li şêniyên xwe vegere.

Girêdayî heman mijarê Koordînasyona Jin a Dêrazorê daxuyaniyek li avahiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê da. Endama koordînsayonê Hiyam El-Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de dagirkirina Tirkiyê, Efrînê û binpêkirinên Tirkiyê yên li ser şêniyan û bi taybet jinan hat şermezarkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: " Tirkiyê hewl da Kobanê bi rêya DAIŞ`ê dagirker bike. Ji ber wê herêmên ser sînor topbaran kirin, lê Kobanê bi saya berxwedana  YPG û YPJ`ê rizgar bû. Efrîn dagir kirin lê ev tiştek demkî ye, ji ber ku Efrîn berxwedana Kobanê vejand. Jin li Efrînê biryara şopandina rêya berxwedanê girtin û qebûl nakin ku bê welat bijîn. Jin dê dest ji berxwedanê bernedin.”

(şx)

ANHA