Şêniyên Amûdê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin

Şêniyên navçeya Amûdê dagirkeriya Tirkiyê ya li Efrînê şermezar kirin û gotin: “Dê heta dawî gelê herêma Cizîrê piştgiriya Berxwedana Serdemê bikin.”

Şêniyên Amûdê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin
Şêniyên Amûdê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin
Şêniyên Amûdê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin
Şêniyên Amûdê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin
Şêniyên Amûdê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin
Şêniyên Amûdê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin
Şêniyên Amûdê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin
18 adar, 2019   16:52

QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên navçeya  Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo di salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê de, meşiyan û dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin. Nûner û endamên saziyên sivîl, kesayetên siyasî yên navçeyê û şervanên YPG û YPJ`ê tev li meşê bûn.

Meş ji çarxeriya Jina Azad a navçeya Amûdê ber bi Navenda Ciwanan ve destpê kir. Meşvanan di nav sûka navendî de  meşiyan û çiqilên  zeytûnê û pankartên bi nivîsên “Em dagirkeriya Tirk red dikin” , “Berxwedana Serdemê dê li dijî dagirkeriya Tirk bi serkeve”, wêneyên komkujiyên asrtêşa Tirk ên li Efrînê pêk anîn, nivîsînên “Qêrînên zarokên Efrînê guhdar bikin”, “Na ji şerê li dijî zarokatiyê, Na ji dagirkeriya Tirk re” û wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê hildan.

Meş li ber Navenda Ciwanan veguherî mitîngê, paşê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talat Yunis axivî û diyar kir ku piştgiriya gelên Herêma Cizîrê bi Berxwedana Serdemê re peyamek e.

Yunis bang li NY’ê  û Meclisa Ewlehiyê kir ku ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyê yên li ser gelê Efrînê bixebitin û dagirkeriyê bi dawî bikin. Her wiha Tirkiyê ji ber binpêkirinên wê li Efrînê muhesebe bikin û hewl bidin şêniyên Kantonê vegerînin warên wan.

Yunis got dê gel û rêveberiya herêma Cizîrê piştgiriya gelê Efrînê bike.

(şx)

ANHA