Nûnerên rêveberiyên jin nameyek radestî nûnerên Koalîsyona Navdewletî kirin

Di civînekê de nûnerên rêveberiyên jin ên herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Meclisa Jin a Minbicê nameyek girêdayî binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser şêniyên Efrînê radestî nûnerên Koalîsyona Navdewletî kirin.

Nûnerên rêveberiyên jin nameyek radestî nûnerên Koalîsyona Navdewletî kirin
18 adar, 2019   16:40

GIRÊ SPÎ

Nûnerên Rêveberiyên herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Meclisa Jin a Minbicê bi nûnerên Koalîsyona Navdewletî re civiyan. Civîn li avahiya Meclisa Sûriyê Demokratîk a li navçeya Eyn Îsayê pêk hat. Di civînê de rêveberiyên jinan nameyek girêdayî binpêkirinê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê radestî nûnerên Koalîsyona Navdewletî kirin.

Civîn ji çapemeniyê re girtî hate li darxistin. Piştre endama rêveber a herêma Reqa Zelîxe Ebdî name li pêşberî çapemeniyê xwend.

Name wiha ye;

“Dewleta Tirk a dagirker herêmên ji xaka Sûriyê dagir kirine. Bi vê yekê serdestiya Sûriyê û qanûnên navdewletî binpê kir. Her wiha desteka komên terorîst ên mîna Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê ji bo pêkanîna berjwendiyên xwe li Sûriyê kir. Dewleta Tirtk gelek herêm ji Bakurê Sûriyê mina Cerablus, Ezaz, Idlib, Bab û herî dawî Efrîn dagir kirin.  Dewleta Tirk ne tenê Efrîn dagir kir û heman demê de  gelek binpêkirinê der mirovî pêk anî.

Di dirêjahiya nameyê de bang li civaka navdewletî hate kirin da ku bi erkên xwe rabin û binpêkirinên dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî rawestînin û wê ji herêmê derxînin.

Li ser wê rêveberiyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di salvegera dagirkirina Efrînê de rêzedaxwaz xwestin;

1-Binpêkirinên Tirkiyê li ser gelê me werin rawestandin.

2-Divê bê şert hêzên Tirkiyê ji Sûriyê yekeser derkevin.

3-Divê firîna balafiran li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were qedexekirin, da ku rê li pêşiya zêdegaviyên Tirkiyê were girtin.

4-Em bang li sekreterê NY`î, Meclisa Ewlehiyê û Civaka Navdewletî dikin ku zextê li Tirkiyê bikin û wê mecbûrî kişandina hêzên xwe ji xaka Sûriyê bikin.

5-Divê serokê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan wek sûcdarê şer were dadgehkirin û ceza kirin.

Di nameyê de yekîtiya xaka Sûriyê û serxwebûna wê hate tekezkirin. Ji bo Sûriyeyek demokratîk banga yekrêziyê li tevahiya hêzên niştîmanî hate kirin.

Di dawiyê de endama rêveber Zelîxe Ebdî di bersîvdayîna pirsên rojnamevanan de girêdayî helwesta nûnerên Koalîsyona Navdewletî  diyar kir ku ku wan soz daye ku nameyê binirxînin û bersîva wê bidin.

(şx)

ANHA