Sazî û rêxistinên Reqayê dagirkirina Efrînê şermezar kirin

Sazî û rêxistinên Reqayê dagirkirina Efrînê şermezar kirin û gotin “Em radigihînin ku tiştê li Efrînê pêk tê hemû Sûriye yê hedef diger e. Divê hemû gelên cîhanê li dijî kiryarê ku li Efrînê tên kirin bisekinin.”

Sazî û rêxistinên Reqayê dagirkirina Efrînê şermezar kirin
Sazî û rêxistinên Reqayê dagirkirina Efrînê şermezar kirin
Sazî û rêxistinên Reqayê dagirkirina Efrînê şermezar kirin
Sazî û rêxistinên Reqayê dagirkirina Efrînê şermezar kirin
18 adar, 2019   14:57

REQA

Bi boneya salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê û berdewamkirina Berxwedana Serdemê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, meclisa Sivîl a Reqayê, Malbatên Şehîdan a Reqayê û Rêveberiya Jin daxuyaniyî dan.

Endamên Rêveberiya Jin a Reqayê li pêşiya navenda saziyê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Jin Necah El-Hafêz ve hate xwendin.

Daxuyahî wiha ye;

“Gelê Efrînê soza dewamkirina rêya berxwdanê da. Jinan destanên lehengiyê di kesayeta Evesta û Barînan de nivîsand.Van jinan şafîzma Tirkiyê şikand.

Em rêxistinên mafê mirvan şermezar dikin ku li dijî kirinên Tirkiyê bêdengin.

Bi heman armancê endamên Saziya Malbata Şehîdan daxuyaniyek li pêşiya navnedê dan. Daxuyanî ji aliyê endama saziyê Emîne Hac Elî hate xwendin.

Emîne got: “Bi navê dayik û hevjînên şehîdan em dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê şermezar dikin. Em ji Erdogan re dibêjin em teslîm nabin, em axa Efrînê nadin ji ber ku axa Efrînê istiriye di çavên dijimin de. Ji ber hemû pêkhate hembêz kirin, ji ber Efrîn dayika darên Zeytûnê ye.”

Bi boneya salvegra dagirkirina Efrînê endamên Meclisa sivîl a Reqa yê li ber avahiya Meclisê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê serokê Komîteya Meclisa Civakî ya Reqa yê Xalid Musa ve hate xwendin.

Musa got: “Ji destpêka aloziya Suriyê nûnertiya wê AKP`ê de dike û komployan li ser gelê Suriyê pêk tîne. Em şehîd Avêsta Xabûr, şehîd Barîn Kobanê û gelek şehîdên ku bûn meşeleya wijdana Sûriya azad bibîr tînin. Em hovîtiya dewleta Tirk a li ser gelê Efrînê şermezar dikin.

Em radigihînin ku tiştê li Efrînê pêk tê hemû Sûriye yê hedef diger e. Divê hemû gelên cîhanê li dijî kiryarê ku li Efrînê tên kirin bisekinin.”

ANHA