Şêniyên Efrînê bang li Rûsya kirin ku dagirkeran ji Efrînê derbixin

Di salvegera dagirkeriya  Efrînê de,  bi hezaran şêniyên kantona Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne meşek li dar xistin û bi rêya radestkirina  nameyekê ji navenda Rûsya yê ya li Keştar, bang li Rûsyayê kirin ku dagirkeran ji Efrînê derxe.

Şêniyên Efrînê bang li Rûsya kirin ku dagirkeran ji Efrînê derbixin
Şêniyên Efrînê bang li Rûsya kirin ku dagirkeran ji Efrînê derbixin
Şêniyên Efrînê bang li Rûsya kirin ku dagirkeran ji Efrînê derbixin
Şêniyên Efrînê bang li Rûsya kirin ku dagirkeran ji Efrînê derbixin
Şêniyên Efrînê bang li Rûsya kirin ku dagirkeran ji Efrînê derbixin
Şêniyên Efrînê bang li Rûsya kirin ku dagirkeran ji Efrînê derbixin
Şêniyên Efrînê bang li Rûsya kirin ku dagirkeran ji Efrînê derbixin
Şêniyên Efrînê bang li Rûsya kirin ku dagirkeran ji Efrînê derbixin
Şêniyên Efrînê bang li Rûsya kirin ku dagirkeran ji Efrînê derbixin
18 adar, 2019   15:28

ŞEHBA

Bi derbasbûna salekê di ser dagirkeriya Tirkiyê ya li kantona Efrînê re, bi hezarn ji şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne, ber bi navenda sereke ya Rûsiya yê ya li gundê Keştar a girêdayî navçeya Şêrewa ve meşiyan.

Îro karwan ji hemû gundên kantona Şehbayê, navçeya Şêrewa û kampên ku şêniyên Efrînê tê de ne ber bi navçeya Şêrewa ve çûn û dema ku gihaştin rêya Helebê ya diwelî, şêniyan meşek mezin li dar xistin. Di xwepêşandanan de wêneyên şehîdan, birîndarên sivîl, çiqilkên zeytûnan hildan û sloganên şermezarkirina bêdengiya navdewletî mîna"Kujer Ardogan, Efrîn a me ye û ji Efrînê derkevin" berz kirin.

Her wiha zarokên şehîdên, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên bavên xwe û malên xwe yên wêrankirî hildan û sloganên "Em dixwazin li Efrînê vegerin" berz kirin.

Xwepêşandanan 3 km ber bi rêya Helebê ya diwelî ve meşiyan û sloganên nîşankirina vîna xurt a ji bo vegera li Efrînê berz kirin.

Piştî meş gihaşt ber navenda Rûsya şêniyan dest bi sloganên "Em ê li Efrîn vegerin, dagirkeriyê ji Efrînê derxînin, Efrîn a me ye" berz kirin.

Piştî wê şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê hat avakirin, ku ji hevserokê herêmê Bekir Alo, Şîraz Hemo û diya şehîd Kerzan Emel Qehreman pêk dihat name radestî navendê kirin.

Di nameyê de bang li Rûsya hat kirin ku êdî piştgiriya dagirkeriya Tirkiyê neke û dagirkeran ji Efrînê derbixe.

Piştî radestkirina nameyê dayîka şehîd Gerzan Emel Qehreman axivî û got: "Wan name radest kir. Belkî wijdana wan bilive û Efrînê li şêniyên wê vegerînin.”

Di dawiyê de xwepêşandandêran daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Bekir Alo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.

ANHA