Gelê Kobanê ji bo Zulkuf Gezen meşiya

Bi deh hezaran şêniyên kantona Kobanê piştgiriya Zulkuf Guven kir ku di çalakiya greva birçîbûnê de, li zindanên dewleta Tirk a dagirker şehîd bû.

Gelê Kobanê ji bo Zulkuf Gezen meşiya
Gelê Kobanê ji bo Zulkuf Gezen meşiya
Gelê Kobanê ji bo Zulkuf Gezen meşiya
Gelê Kobanê ji bo Zulkuf Gezen meşiya
Gelê Kobanê ji bo Zulkuf Gezen meşiya
Gelê Kobanê ji bo Zulkuf Gezen meşiya
18 adar, 2019   13:50

KOBANÊ

Îro li navenda Kobanê li bakurê bajêr, gelê Kobanê bi meşekê piştgiriya Zulkuf Guven kir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê di zindanên dewleta Tirk de dest pê kir û piştî 18 rojên grevê duh şehîd bû.

Beşdaran wêneyên Zulkuf Guven hildan, her wiha sloganên banga bilindkirina têkoşînê li tevahiya herêmên Kurdistanê, li dijî dagirkeriya Tirkiyê û bi taybet di salvegera yekemîn a dagirkeriya Tirkiyê ji kantona Efrînê re berz kirin.

Xwepêşandan bi beşdariya şêniyan, rêveberên Xweseriya Demokratîk ên li kantonê û nûnerên partiyên siyasî hate lidarxistin.

Piştî ku meş gihaşt Qada Şehîd Egîd, cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî û wiha got: "Ew ê fikra me rehet nebe, madem kesên mîna Zulkuf Guven têkoşîna me li dijî hikumeta Tirkiyê bilind dikin, em ê serhildanan li qadan li dar bixin û em ê li dijî kiryanên Tirkiyê der heqê gelên me de rawestin."

Ferhan Kobanê bi boneya salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê got şêniyên Efrînê 58 rojan, li dijî çeteyan, kesên dijber ên ku piştevanî ji Enqere û Kurdên îxanet li doza xwe re kirine û hevkarî bi hêzên dagirkeriya herêmên wan re dike, li ber xwe da.

ANHA