Şêniyên Tebqayê dagirkirina Efrînê şermezar kir

Bi hezaran şêniyên Tebqayê di salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê de daketin qadan û dagirkerî şermezar kir.

Şêniyên Tebqayê dagirkirina Efrînê şermezar kir
Şêniyên Tebqayê dagirkirina Efrînê şermezar kir
Şêniyên Tebqayê dagirkirina Efrînê şermezar kir
Şêniyên Tebqayê dagirkirina Efrînê şermezar kir
Şêniyên Tebqayê dagirkirina Efrînê şermezar kir
Şêniyên Tebqayê dagirkirina Efrînê şermezar kir
Şêniyên Tebqayê dagirkirina Efrînê şermezar kir
Şêniyên Tebqayê dagirkirina Efrînê şermezar kir
Şêniyên Tebqayê dagirkirina Efrînê şermezar kir
Şêniyên Tebqayê dagirkirina Efrînê şermezar kir
18 adar, 2019   13:39

TEBQA

Bi hezaran şêniyên Tebqayê di salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê de meşek li dar xist û dagirkerî şermezar kir. Meş ji Stada Xaz a bakurê Tebqayê dest pê kir. Endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li meşê bûn. Di meşê de pankartên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê, her wiha wêneyên zarokên di komkujiyên Tirkiyê de şehîd bûne, hatin hildan.

Her wiha di meşê de pankartek bi nivîsa "Bi rihê berxwedana Avesta û Barînan em ê bi ser bikevin" hate rakirin.

Di meşê de dirûşmên silavkirina şehîdên Efrînê, silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê hatin berzkirin.

Meş li Qada Mirabê ya Tebqayê veguherî mitîngê. Paşê bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Abdulrehman Ferec ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji Efrînê, her wiha komkujiyên li dijî şêniyan û bi taybet li diijî jin, zarok û kal û pîran hatin şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku rizgarkirina Efrînê pêwîstiyeke hebûnê ye û ne tenê dirûşm e û şehadeta têkoşer Zulkuf Gezen ku duh di girtîgeheke dewleta Tirk a dagirker, dê ji hemû kesên azadîxwaz re bibe rêya ber bi azadiyê ve.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku komên çete ji Efrînê derkevin û bajarok û gundewar ji çeteyan werin valakirin û radestî rêveberiyê û şêniyên wê yên resen werin kirin. Her wiha bang li gelê Efrînê hate kirin ku bi xak û welatê xwe ve girêdayî bin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku rêveberiya sivîl li pişt hêzên leşkerî disekine, destekê dide wan û heta rizgarkirina Efrînê û vegera şêniyan li warê xwe dê şopdarên rêya şehîdan bin.

Bi navê Rêveberiya Jinan a Tebqayê Nesra Ebaka axivî û dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, her wiha siyaseta ku Tirkiyê li Efrînê pêk tîne mîna guhertina demografîk, rûxandina şûnwaran û cihên pîroz şermezar kir. Nesra destnîşan kir ku têkoşîna şehîdan dê bibe çirûska rêya azadiyê û rizgarkirina tevahî xaka Sûriyê ji terorîst, dagirker û çeteyan.

Her wiha serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê Musena Abdulkerîm îşaret bi berxwedana şehîd Avesta Xabûr kir ku dagirkerî hejand. Abdulkerîm diyar kir ku Avesta û Barîn Kobanê ji her kesî re bûne pêşeng.

Her wiha Musena Abdulkerîm, Zulkuf Gezen bi bîr anî û teqez kir ku jiyana azad bi îradeya xurt tê.

Mitîng bi dirûşmên “Şehîd namirin” û silavkirina Efrînê û berxwedana gelê wê bi dawî bû.

(bx)

ANHA