Şêniyên Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê jî li qadan in

Bi wesîleya salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê ên Qamişlo daketin qadan.

Şêniyên Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê jî li qadan in
Şêniyên Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê jî li qadan in
Şêniyên Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê jî li qadan in
Şêniyên Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê jî li qadan in
Şêniyên Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê jî li qadan in
Şêniyên Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê jî li qadan in
Şêniyên Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê jî li qadan in
Şêniyên Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê jî li qadan in
Şêniyên Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê jî li qadan in
18 adar, 2019   13:57

QAMIŞLO

Li Til Koçerê şêniyên navçeya Çilaxa jî amade bûn û meş ji çerxerêya destpêka navçeya Til Koçber dest pê kir. Meş di nav kolana giştî re derbas bû û şêniyan pankart û wêneyên li ser berxwedana Efrînê hildabûn.

Şênî deqeyekê li rêzgirtinê rawestiyan, paşê endamê meclisa navçeya Til Koçer Ehmed El-Seyid Elî axivî û wiha got: "Piştî dagirkirina Efrînê, Tirkiyê siyaseta qirkirinê û guhertina demografîk bi kar tîne."

Ehmed El-Seyid Elî îşaret bi berxwedana şêniyên Efrînê di dijî dagirkeriya Tirkiyê kir û wiha got: "Bi berxwedanê dê Efrîn li gelê xwe vegere." Meş bi dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

Der barê mijarê de, bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê derketin meşekê, meş ji Qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir, paşê di kolana sereke ya navçeyê re meşiyan.

Meş li navenda navçeyê rawestiya, şênî deqeyeke rêzgirtinê rawestiyan, paşê hevseroka meclisa kantona Qamişlo Perwîn Yûsif axivî û wiha got: "Piştî berxwedaneke mezin, şênî neçar man ji malên xwe derkevin û berxwedana xwe di pêngava duyemîn de dewam bikin, Berxwedana Serdemê dewam dike û dê Efrîn rizgar bibe."

Perwîn Yûsif teqez kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku gelek qurbanî ji bo rizgarkirina herêman ji çeteyên DAIŞ`ê dê hîna qurbaniyan bide da ku Efrînê rizgar bike.

Meş bi dirûşmên silavkirina şehîdan û berxwedana gelê Efrînê bi dawî bû.

Bi hezara şêniyên bajarê Dêrikê berê xwe dan Qada Azadiyê ji bo beşdarî meşa ji bo salvegera yekemîn a dagirkirina bajarê Efrînê bibin. Di meşê de şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên girêdayî wê, saziyên civaka sivîl, şêxên êlên Ereb, oldar, partiyên siyasî û şagirt û mamoste beşdar bûn.

Meşê ji Qada Azadî dest pêkir, şêniyan wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û pankartên li ser nivîsa "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê tecrîda li ser rêber Apo bişikînin","Meşa gelan ji bo dagirkeriya dewleta Tirk e", her wiha zarokan pankartên li ser nivîsa "Dengê qîrîna zarokên Efrînê bibihîzin" hildabûn.

Meş di kolanên bajarê Dêrikê re ji sûka navendî heta Qada Jina Şoreşger dewam kir. Paşê şênî deqeyeke rêzgirtinê rawestiyan. Bi navê Rêveberiya Xweser hevserokê Desteya Şûnwaran a Herêma Cizîrê Hêsên El-Elî axivî û wiha got: "Em bejna xwe li hember şehîdên Berxwedana Serdemê ên ku 58 rojan li dijî çeteyên dewleta Tirk li ber xwe da û gelek çalakiyên fedayî ji bo parastina welatê xwe kirin, ditewînin".

Elî di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Efrîn bajarê aştiyê ji aliyê çeteyên bi navê Artêşa Azad û çeteyên Tirk ve hate rûxandin. Em li Bakur û Rojhilatê Suriyê bi hemû pêkhateyên wê dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa xwe qebûl nakin."

Meş bi dirûşmên silavkirina şehîdan û berxwedana gelê Efrînê bi dawî bû.

(jo)

ANHA