Belgefîlma Nefertîtî li Qamişlo hat pêşandan

Desteya Turîzim û Şûnwaran a herêma Cizîrê belgefîlma Nefertîtî (Tado Xîba) li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo pêşan da.

Belgefîlma Nefertîtî li Qamişlo hat pêşandan
Belgefîlma Nefertîtî li Qamişlo hat pêşandan
Belgefîlma Nefertîtî li Qamişlo hat pêşandan
Belgefîlma Nefertîtî li Qamişlo hat pêşandan
Belgefîlma Nefertîtî li Qamişlo hat pêşandan
Belgefîlma Nefertîtî li Qamişlo hat pêşandan
Belgefîlma Nefertîtî li Qamişlo hat pêşandan
17 adar, 2019   19:21

QAMIŞLO

Belgefîlma Nefertîrî bi sponseriya Desteya Turîzim û Şûnwaran, desteka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên her sê herêman Reqa, Tebqa û Minbicê hatiye amadekirin. Belgefilm ji aliyê Alan Roj ve hatiye derhênerkirin. Amadekariyên vê belgeflîmê 5 mehan dewam kir. Lîstikvanên fîlmê ji endamên Koma Rêwan a Sînemayê ne.

Belgefîlm behsa jiyana "Nefertîtî" jina Mîtanî ya bi hêz ku bi Firewnê Misrê  Axnaton re dizewice û dewleta nû ya Misêr bi hevjînê xwe re bi rêve dibe, dike.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên civaka sivîl, rewşenbîr, xwendekar û şêniyên bajarê Qamişlo ji bo temaşekirina belgefîlmê li zanîngehê amade bûn.

Beriya ku belgefîlm were pêşandan, deqeyeke rêz hate girtin. Paşê jî Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê axivî û got: "Di serî de em bejna xwe li hemberî şehîdên azadiyê ditewînin. Em nêzî salvegereke pir bi êş dibin, salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve. Em dibêjin, Efrîn di dil û bîr me de ye."

Nezîre Gewriyê spasiya Desteya Turîzm û Şûnwaran  kir ku ev belgefîlm amade kiriye.

Derhênerê fîlm Alan Roj ji ajansa me re axivî û got: “Ev belgefîlm dîroka gelê herêmê û kesyatên navdar ên dîroka Rojhilata Navîn pênase dike.”

Hevseroka Desteya Şûnwar û Turizmê Bêrîvan Yunis ji ajansa me re axivî û got: "Nefertîtî yek ji gelek kesayetên jinan ên ku mîrata wê ya dîrokî bi destê zihniyata mêrdestiyê hatiye çewisandin e."

Di dawiyê de Bêrîvan destnîşan kir ku divê rastiya tevahiya jinên ku dîrok, kesayetên wan tepeser kiriye were eşkerekirin.

Çalakiya pêşandana belgefîlmê bi xelatkirina koma Rêwan ji aliyê Desteya Şûnwar û Turizmê ve bi dawî bû.

(şx)

ANHA