QSD`ê depoyek a cebilxaneya DAIŞ'ê teqand

Li Baxozê şerê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ’ê de berdewam e. Li gorî agahiyên dawî QSD’ê cebilxaneyek a DAIŞ’ê teqand.

QSD`ê depoyek a cebilxaneya DAIŞ'ê teqand
17 adar, 2019   17:47

DÊRAZOR

Şer bi dijwarî li Baxozê bargeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê di navbera QSD`ê û çeteyan de berdewam e.. Nûçegihanên me yên ku pêngavê dişopînin tekez kirin ku li gel pêşdeçûna şervanan, QSD`ê depoyek cabilxaneya çeteyan bi temamî teqandiye .

Şer bi çekên giran didome,  şervan gelek serkeftinan bi dest dixin û gelek nuqteyan ji destê DAIŞ`ê rizgar dikin.

(şx)

ANHA