Li Baxozê şer giran e

Lİ eniyên Baxozê şerên dijwar di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû didin. Şervanên QSD’ê pêşve dikin û gelek nuqte ji çeteyan wergirtin.

Li Baxozê şer giran e
17 adar, 2019   16:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Qonaxa dawî ya Şerê Tinekirina Terorê li rojhilatê Dêrazorê berdewam e. Li Baxozê şerên dijwar di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû didin.

Nûçegihanên me yên ku pêngavê dişopînin ragihandin ku şervanên QSD’ê pêşde diçin û gelek nuqteyên din ji çeteyan rizgar kirine.

Şer berdewam e.