Li Tebqayê du şehîdên QSD’ê hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên Tebqayê cenazeyên Şehîd Elî El-Hindî (Elî Tebqa) û Şehîd Ismaîl Şihab (Ismaîl Tebqa) ên şervanên QSD’ê oxir kirin.

Li Tebqayê du şehîdên QSD’ê hatin oxirkirin
Li Tebqayê du şehîdên QSD’ê hatin oxirkirin
Li Tebqayê du şehîdên QSD’ê hatin oxirkirin
Li Tebqayê du şehîdên QSD’ê hatin oxirkirin
Li Tebqayê du şehîdên QSD’ê hatin oxirkirin
Li Tebqayê du şehîdên QSD’ê hatin oxirkirin
Li Tebqayê du şehîdên QSD’ê hatin oxirkirin
Li Tebqayê du şehîdên QSD’ê hatin oxirkirin
Li Tebqayê du şehîdên QSD’ê hatin oxirkirin
17 adar, 2019   15:30

TEBQA

Bi sedan şêniyên Tebqayê cenazeyên Şehîd Elî El-Hindî (Elî Tebqa) û Şehîd Ismaîl Şihab (Ismaîl Tebqa) ên şervanên QSD’ê ku bi qezaya tirafîkê şehîd bibûn, oxir kirin. Şêniyan cenazeyên her du şehîdan ji Nexweşxaneya Tebqayê ya Wetanî girin. Piştî wergirtina cenazeyan girseya gel bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê. Li goristanê bi sedan şêniyên Tebqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî kom bûbûn.

Piştî deqeyek rêzigirtinê, torenek leşkeri ji aliyê şervanên QSD`ê ve hat lidarxisin. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan, Ebdulkerîm El-Ibrahîm, hevserokê Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Hamid El-Ferec, yek ji fermendarên QSD`ê Mihemed El-Reûf axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Axêveran soza şopandina rêya şehîdan dan.

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Reşa El-Taha bawernameyên şahadeta şehîdan xwend û radestî malbatên şehîdan kirin.

Paşê hevalên her du şehîdan cenazeyên hevalên xwe li goristanê spartin axê .

(şx)

ANHA