Çalakgerekî greva birçîbûnê li girtîgeha Tirkiyê şehîd ket

 Hat diyar kirin ku Zulkuf Gezen ê di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tekîrdaga bajarê Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû şehîd ket.

Çalakgerekî greva birçîbûnê li girtîgeha Tirkiyê şehîd ket
17 adar, 2019   17:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Hat diyar kirin ku Zulkuf Gezen ê di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, şeva şehîd ket. Hat destnîşan kirin ku cenazeyê Gezen rakirine, morga Nexweşxaneya Lêkolînê ya Namik Kemal.

Malbata Gezen a agahî girtin, ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin hatin Stenbolê. Malbatê cenazeyê kurê xwe ji nexweşxanê girt û ji Tekîrdagê ber bi Stenbolê ve ketin rê.

Hat diyar kirin ku cenazeyê Gezen dê saet 21.00’an de, ji Balafirgeha Ataturkê, bînin Amedê.