Rêveberiya Xweser êrîşên li dijî du mizgeftên Zelandaya Nû şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên ku li dijî mizgeftên Zelandaya Nû pêkhatîn şermezar kir û got: “Em bi biryarin ku bi rêya çekdarî yan jî pêşkêşkirina projeya jiyana hevpar, hemû cureyên tundrewiyê tine bikin.”

Rêveberiya Xweser êrîşên li dijî du mizgeftên Zelandaya Nû şermezar kir
16 adar, 2019   17:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê êrîşên li dijî her du mizgeftên Zelandaya Nû şermezar kir û wiha got: “Em tevahiya cureyên tundrewiyê û terorê şermezar dikin. Gelê me bi tevahiya pêkhateyên xwe ve yên olî û neteweyî ji ber terorê gelek azar kişandine û hîna dikşîne. Em hîna şerê terora DAIŞ`ê dikin a ku zirar daye me û hemû cîhanê. Em ji cîhanê û gelê xwe yê berxwedêr re  tekez dikin ku ji bo tunekirina tevahiya cureyên tundrewiyê û terorê em bi israr in. Çi ji aliyê aliyê leşkerî dibe yan jî bi rêya pêşkêşkirina projeya biratiya gelan û jiyana hevpar a ku mafên tevahiya kêmneteweyan û olan diparêze, em ê li dijî tundrawiyê têbikoşin."

(şx)

ANHA