QSD`ê dewreya Şehîd Rizgar Amanos bi dawî kir

Akademiya Leşkerî ya Şehîd Amar El- Şêx ya Reqayê dewreya hunera leşkeri ya bi navê Şehîd Rizgar Amanos bi merasimekî bi dawî kir. Ev dewre ji bo tinekirina şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê tên vekirin.

QSD`ê dewreya Şehîd Rizgar Amanos bi dawî kir
QSD`ê dewreya Şehîd Rizgar Amanos bi dawî kir
QSD`ê dewreya Şehîd Rizgar Amanos bi dawî kir
QSD`ê dewreya Şehîd Rizgar Amanos bi dawî kir
QSD`ê dewreya Şehîd Rizgar Amanos bi dawî kir
QSD`ê dewreya Şehîd Rizgar Amanos bi dawî kir
16 adar, 2019   15:45

REQA

DAIŞ li Baxoza ku dikeve rojhilatê Dêrazorê ber bi têkçûnê ve diçin. Lê gelek şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  hene. QSD’ê ji beriya niha ragihandibû ku dê piştî têkbirina DAIŞ’ê dest bi hemleya duyemîn yanî tikekirina şaneyên veşerî bike. Ji ber wê jî QSD dest bi perwerdeya ji bo tinekirina şaneyên veşartî kiriye.

Di vê çarçoveyê de Akademiya Şehîd Amar El-Şêx jî perwerdeya 50 rojî ya Lîwaya Şehîd Rizgar Amanos,bi merasimekî bi dawî kir.

Merasîm bi beşdariya rûspiyên êlên Ereb ên li Reqayê, fermandarên ji Koalîsyona Navdewletî, fermandar û şervanên QSD`ê û nûnerên saziyên sivîl ên li Reqayê ve hat lidarxisitin.

Merasîm bi torenek leşkeri destpê kir.

Paşê yek ji fermandarên QSD’ê Kendal Reqa axivî û wiha got: “Ev cara yekeme ku li Reqayê hêzên leşkeri ji bo pêşxistina erka xweparastin û peydakirina ewlehiyê perwerdeyê dibînin.”

Merasîm bi dirûşmên bijî berxwedana QSD’ê bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxitinê ye ku Şehîd Rizgar Amanos ê şervanê YPG’ê, di Berxwedana Serdemê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

ANHA