`Gelê Kurd dê hesabê ji aliyên ku ji însyatîfa KNK’ê direvin, bixweze’

Desteya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê û Koodînasyona Ciwanên Kurd  piştgiriya însyatîfa KNK-Rojava kir û wiha gotin: “Gelê Kurd û dîrok wê hesabê ji kesên ku ji însyatîfa KNK’ê direvin, bixwazin.”

`Gelê Kurd dê hesabê ji aliyên ku ji însyatîfa KNK’ê direvin, bixweze’
`Gelê Kurd dê hesabê ji aliyên ku ji însyatîfa KNK’ê direvin, bixweze’
`Gelê Kurd dê hesabê ji aliyên ku ji însyatîfa KNK’ê direvin, bixweze’
16 adar, 2019   15:23

QAMIŞLO

KNK-Rojava merheleya duyemîn a xebata xwe ya ji bo yekkirina nêrînên rêxistinên Kurdî da destpêkirin. Merhele bi danûstanên bi saziyên ciwanan, civakî û jinan re destpêkir. Komîteya têkiliyên diplomasî ya KNK`ê roja şemiyê serdana Desteya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê û Koordînasyona ciwanên Kurd kirbû.

Di şandeya têkiliyên diblomasî ya KNK-Rojava de Derya Remedan, Mistefa Mişayix, Izedîn Fatimê, Xunav Mele bû cih girtin. Hevserokên Desteya Malbtên Şehîdan Hêvî Seyîd, Hesen Ebêd û endama rêveberiya têkiliyên derve ya desteye Azad Berekat pêşwaziya şandeyê kirin.

Komîteya KNK-Rojava xebat û armancên însyatîfê şîrov kir û got ku komîte hewl dide lêvegereke siyaseta Kurdî ava bike ku hemû partî û rêxistinên civakî cihê xwe tê de bigirin.

Komîteyê wiha got: "Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê aloziya Sûriyê dikeve merheleyeke serkeftinana û dest bi çareseriya siyasî dibe. Ji ber wê yekê divê lêvegereke siyasî bi nûnertiya gelê Kurd û pêşedîtinên wê bê ava kirin."

Desteya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê piştgirya komîteya KNK-Rojava kir û da zanîn ku hêz di yekbûnê de ye û ew ê bi kedeke mezin piştgiriya însyatîfê bikin.

Desteyê ji komîteya têkiliyên diblomasî pêşinyar kir ku xebatên xwe xurttir bike.

Komîteyê serdana Koordînasyona Ciwanên Kurd ên bajarê Qamişlo kir, komîte ji aliyê nûnerên Koodînasyonê hat pêşwazî kirin.

Koordînasyonê li ser însyatîfa KNK-Rojava axivî û teqeziya girîngiya avakirina lêvegereke siyasî bi nûnerên gelê Kurd re kir. Nûnerên Koordînasyonê gotin ku gelê Kurd û dîrok dê  hesab ji aliyên ku ji vê însyatîfê direvin, bixwaze.

(jo)

ANHA