Li Til Hemîsê sersaxî ji malbatên du şehîdan re hate xwestin

Şêniyên navçeya Til Hemîs sersaxî ji malbata şehîd Abdulbarî Meheliye û Quseyî Ebo re xwestin.

Li Til Hemîsê sersaxî ji malbatên du şehîdan re hate xwestin
Li Til Hemîsê sersaxî ji malbatên du şehîdan re hate xwestin
Li Til Hemîsê sersaxî ji malbatên du şehîdan re hate xwestin
16 adar, 2019   15:09

QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Til Hemîsê, endamên saziyên sivîl û leşkerî serdana konê sersaxiyê yê şehîd  Abdulbarî Meheliye (Kadar) û  Quseyî Ebo (Sencar Til Ehmîr) ku li gundê Henwa yê Til Hemîsê û gundê Til Ehmîr ê girêdayî bajarokê Cezayê kirin. Şêniyan sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwestin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtin destpê kir. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xilêwî, Hevserokê Meclisê Salih Xelef û Endamê Têkiliyên QSD`ê Hec Ehmed Kîrat axaftin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên her du şehîdan re hate xwestin û hat diyarkirin ku QSD’ê serkeftinênê mezin bidest xistin û ew destkeftî derbasî dîrokê bûne.

Her wiha hat destnîşankirin ku divê gelê herêmê yekîtiya xwe ava bike.

Tê payîn ku sersaxî dê heta 3 rojan dewam bike.

(bx)

ANHA