Li Şengalê gorên komî têne vekirin

Li Şengalê vekirina gorên komî yên ku çeteyên DAIŞ’ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de bi sedan welatiyên êzidî qetil kiribûn û xistibûnê, dest pê kir.

Li Şengalê gorên komî têne vekirin
15 adar, 2019   13:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Bernameya vekirina gorên komî ku ji aliyê hikumeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê meşandin, îro li gundê Koço yê girêdayî navçeya Şengalê dest pê kir.

Di bernameyê de ji bilî rayedarên hikumeta Iraqê û NY’ê, oldarên civaka êzidî, malbatên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin û gelek welatiyên êzidî jî amade bûn.

Bername bi rê û resmên ola êzdayetiyê û xwendina sirûda Iraqê dest pê kir. Piştre ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û li ser navê komîteya amadekar axaftin hate kirin.

Di bernameyê de sekreterê giştî yê Encûmena Wezîran a Iraqê, nûnerê taybet ê sekreterê  NY’yê yê Iraqê, parlamenterê ku ji Kotaya Êzidiyan çûye parlemantoya Iraqê û rayedarê  Wezareta Tenduristiyê, rêveberên Saziya Şehîdan, parêzgeha Mûsilê û malbatên şehîd û windahiyan axivîn.

Axaftvanan bal kişand ser hovîtiya ku çeteyên DAIŞ’ê pêk aniye û destnîşan kir ku di encama têkoşîneke dijwar de ev herêm careke din ji çeteyan hatiye paqijkirin.

Piştî axaftinan Babe Şêx (oldarê êzidî) jî axaftinek kir û destûra vekirina gorên komî da. Li pey destûrê jî rê û resmên ola êzdayetî hatin pêkanîn û dest bi vekirina gora komî ya yekemîn hate kirin. Hestiyên ku ji gorên komî tên derxistin, bi armanca testa DNA’yê û diyarkirina nasnameyan dê bişînin saziya tiba edlî.

Wê xebatên vekirina gorên komî çi qas û heta kengî dom bikin, nehatiye diyarkirin.

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa sala 2014’an de êrîşî Şengalê û derdora wê kir, bi sedan kes qetil kiribûn bi xistibûn gorên komî. Tenê li gundê Koço yê Şengalê 9 gorên komî hene.