Malbatan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ye, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan.

Malbatan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
15 adar, 2019   13:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û waziyê wî Mazlûm Dînç, ji bo biçin Îmraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, xuşka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.