HPG`ê li Çelê çalakî pêk anî

navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir,  hêzên wan 14'ê Adarê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên Tirk çalakî lidarxistin û derbeyên giran li artêşa Tirk xistin.

HPG`ê li Çelê çalakî pêk anî
15 adar, 2019   13:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyên hêzên wan yên 14'ê Adarê yên li Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG`ê wiha ye:

"14'ê Adarê saet 12:30'î hêzên me li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî Qereqola Serê Sêvê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li nava qereqolê hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Heman rojê saet 14:20'î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Koordîne yê li navçeya Çelê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derb li çeper û stargehên li ser gir hatin xistin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyan obus û hawan avêt derdorê."