Leyla Mistefa: Rihê şehîd Omer Elûş di nav me de zindî ye

Bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta berpirsê Têkiliyên Giştî yên Dîplomatîk a Meclisa Sivîl a Reqayê Omer Elûş, hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa wiha got: "Rihê şehîd Omer Elûş hê jî di nav me de zindî ye.”

Leyla Mistefa: Rihê şehîd Omer Elûş di nav me de zindî ye
15 adar, 2019   13:11

EMÎNA ELÎ / REQA

Îro salvegera yekemîn a şehadeta berpirsê Buroya  Têkiliyên Giştî yên Dîplomatîk a Meclisa Sivîl a Reqayê Omer Elûş e. Têkildarî şopa ku şehîd Omer Elûş li pey xwe hiştiye, hevseroka  Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa ji ajansa me re axivî.

Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa di destpêka axaftina xwe ev tişt got: "Armanca qetikirina Omer Elûş ew e ku kesayetekî siyasî bû, hedefkirina projeya demokratîk e ku metirsiyekê li ser pergalên sermeyadar pêk tîne.”

Leyla wiha axaftina xwe wiha dewam kir: “Omer Elûş xwedî cihekî xwe yê taybet bû. Omer kesayetekî navdar bû û ji aliyê biçûk û mezinên herêmê ve dihat hezkirin. Bi rûspiyan re rûspî bû û bi siyasetmedaran re siyasî bû, tiştekî ku rêya wî asteng bike tune bû. Kesayetekî efsanewî bû û hê jî rihê wî di nav me de zindî ye."

Leyla wiha pê de çû: "Xewna şehîd Omer Elûş xwe dispart rêgezên jiyana hevbeş a li herêmê. Her wiha rakirina hemû kelemên ku hinek aliyan li pêşiya şêniyên Sûriyê danîbûn."

Di dawiya axaftina xwe de hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa wiha got: "Hewldana lawazkirina Meclisa Sivîl a Reqayê ji aliyê hinek aliyên ve têk çû. Îro em xebata xwe di meclisê de didomînin û hemû xebatkar li ser rêya Omer Elûş û hevrêyên wî dimeşin."

Hêjayî gotinê ye ku kesên nenas berpirsê Têkiliyên Giştî yên Dîplomatîk a Meclisa Sivîl a Reqayê Omer Elûş, di 15`ê meha Adara sala derbasbûyî de, di mala wî ya li bajarê Girê Spî de qetil kir.

(ekîb)

ANHA