James Jaffrey: Tu dem ji bo vekişandina hêzên DYA’yê ji Sûriyê nehatiye diyarkirin

Reutersê li ser zimanê nûnerê DYA’yê yê Sûriyê James Jaffrey ragihand ku tu dem ji bo vekişandina hêzên DYA’yê ji Sûriyê nehatiye diyarkirin.

James Jaffrey: Tu dem ji bo vekişandina hêzên DYA’yê ji Sûriyê nehatiye diyarkirin
15 adar, 2019   12:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê Sûriyê James Jaffrey James Jaffrey di axaftina xwe de wiha got: "Em texmîn dikin ku di navbera 15-20 hezar çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê hene. Piraniya wan şaneyên veşartî ne. Tenê bi sedan çeteyên DAIŞ`ê di kêmî yek kîlometre çargoşeyekê de mane.”

James Jaffrey di axaftina xwe de destnîşan kir ku DYA’yê bang li dewletan dike ku çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên li QSD`ê bigirin, da ku wan darizînin.

Her wiha James Jaffrey got şerê ji bo tunekirina rêxistina DAIŞ`ê dê berdewam bike û tu dem ji bo vekişandina hêzên DYA’yê ji Bakurê Sûriyê diyar nekirine.

(bx)