Serokwezîrê nû yê Cezayirê: Hikumeta nû dê teknokrat be

Ajansa Reutersê ragihand ku serokwezîrê nû yê Cezayirê Nûr El-Dîn Bedewî îro gotiye ew ê ji nava ciwanên Cezayirê yên ku xwepêşandan li dar xistin da ku zextê bikin ku guhertinên siyasî pêk werin, hikumeteke teknokrat ava bike.

Serokwezîrê nû yê Cezayirê: Hikumeta nû dê teknokrat be
14 adar, 2019   12:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Soza serokwezîrê nû yê Cezayirê Nûr El-Dîn Bedewî di civîneke çapemeniyê de piştî ku serok Ebdilezîz Bûteflîqa yê nexweş biryar da ku ew nakeve hilbijartinan, pêk hat.

Vê hefteyê piştî îstîfaya Ehmed Oyehye, Nûr El-Dîn Bedewî bû serokwezîr.

(jo)